Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

M: Bila karsaz berya perwerdeyê soza kar bidin!

Hat weşandin måndag 2 maj 2016 kl 16.58
Pêşniyaza Moderatan ya ji bo kar
(2:23 min)
Elisabeth Svantesson och Anna Kinberg Batra
Elisabeth Svantesson berdevka Moderatan ya siyaseta bazara kar e. Wêne: Anders Wiklund/TT

Moderat pêşniyaza perwerdeyeke nû ya pîşeyî pêşkêş dikin. Moderat dibêjin şertê beşdariya vê perwerdeyê bila ew be ku karsazan soz dabin ku piştî perwerdeyê kar bidine şagirtên ku ew temam kirine.

Berdevka Moderatan ya siyaseta bazara kar Elisabeth Svantesson dibêje amanc ew e ku ev pêşniyaz bikeve şûna perwerdeya bazara kar ya niha de.

– Em dixwazin perwerdeya bazara kar ya niha ji holê were rakirin û di şûna wê de perwerdeya pîşeyî ya ku piştre soza kar tê dayin bikeve dewrê.

Ji bo vêya weke gava yekem Moderat dixwazin 500 mîlyon kron ji perwerdeyên niha dewrî perwerdeyên pîşeyî werine kirin. Ev perwerdeya nû jî Moderat dixwazin ku ji aliyê Daîreya Karî (Arbetsförmedling) ve were bi rê ve birin.

Ev pêşniyaz di budçeya alternatîf ya Moderatan de cî digre. Daxwaz ew e ku ev perwerdeya pîşeyî herî zêde salekê dirêj be û pereyên têne veqetandin têra 6000 cî bike. 

Cudahiya herî mezin di navbera vê pêşniyazê û perwerdeya niha heye de soza dayina şixule.

– Gereke berya destpêkirina perwerdeyê kardêrekî soza dayina şixul dabe xwendekar. Halê hazir ew kesên ku perwerdeyê diqedînin bê kar dimînin û bi vî rengî mirov nikare dewam bike. Lewra gereke hêj di destpêkê de pêwendî bi kardêran re hatibe danîn û soza dayina kar ji wan hatibe standin.

Lê Anna-Lena Bohm ku bi xwe xwedîşîrkete û di rêxistina kardêran Svenskt Näringsliv de cîgira seroke dibêje mirov nikare berya perwerdeyekê soza kar bide kesî.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".