Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Can Dündar û Erdem Gül xelata rojnamegeriyê distînin

Hat weşandin måndag 2 maj 2016 kl 17.09
"Di bin zextên dijwar de ew rojnamegeriya durist dimeşînin"
(1:36 min)
Can Dündar och Erdem Gül
Xelatgirên 2016ê Can Dündar û Erdem Gül. Wêne: Emrah Gurel

Xelata Klûba Weşangeriyê (Publicistklubben) ya 2016ê diçe ji rojnamevanên tirk Can Dündar û Erdem Gül re.

Li gor rojnameya Journalisten di peyama xwe ya çapemeniyê de serokê Klûba Weşangeriyê (Publicistklubben) Björn Häger sedema dayina xelatê ji bo Dündar û Gül wiha dinivîse: 

”Ji ber ku di heyameke ku azadiya xweîfadekirinê di bin zextên dijwar de ye ew bi cesaret û duristî rojnamegeriya bêalî dimeşînin. Herçend ew bi cezayê muebed têne tehdît kirin jî, ji bo ku rastî derkeve holê ew bêrawestan têdikoşin. Doza li hemberî wan nîşaneke din ya binpêkirina azadiya çapemeniyê ya hikûmeta Tirkiyê ye”. 

Rojnamevanên Cumhuriyetê Can Dündar û Erdem Gül par vîdyo û wêne nîşan dabûn bê Tirkî çawa sîlehan derbasî Sûriyê dike. Serokkomarê Tirkiyê Erdogan ew bi xiyanetê gunehbar kiribûn û gotibû ew vê yekê ji wan re nahêle. Piştî çend mehên girtî ew hatine berdan lê doza wan hêj berdewam e û ew bi cezayê zindana muebed têne dadgehkirin. 

Rojnameya Journalisten radigihîne ku di 16ê gulanê de wê li Stockholmê xelatê bidine wekîlê rojnamevanan û hevalê wan Yavuz Baydar. 

Xelata ji bo bîranîna Anna Politkovskaja ji 2007ê ve tê dayin. Ew her sal diçe ji rojnamevanên ku di karê xwe de digel hemû dijwariyan jî azadiya xweîfadekirin û çapemeniyê diparêzin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".