Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Wezîrê koçê Morgan Johansson:

Rakirina şertên vîzayê kare rê ji penaberan re veke

Hat weşandin tisdag 3 maj 2016 kl 10.53
”Me tecrûbeyên berê hene”
(3:33 min)
EU, Turkiet. Foto: Murad Sezer/TT
Foto: Murad Sezer/TT

Tên payin komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê wê sibe pêşniyaz bike ku şertên vîzayê ji bo hemwelatiyên turkiyê rabe. Lê li hêla din çendîn welatên endam di YE de nuha ketine tirsa ku pêlên mezin yên penaberan ji Turkiyê berê xwe bidin YE yê.

Hem Almaniya û hem jî Fransa ditirsin ku ew turkên xwedî miaşên kêm wê bi destûra vîzayê bixwazin bên Ewrûpayê.

Tirseke din ew e ku gelek dê bixwazin serî li mafê penaberiyê jî bidin û ji ber vê nuha çendîn welatên endam di Yekîtiya Ewrûpayê de pêşniyaza ”firêmeke tengasiyê” dikin. Her wezîrê koçê yê Swêdê, Morgan Johansson, jî piştgîriya vê pêşniyazê dike. Morgan Johansson hizra pêla penaberan dike ji herêmê.

-Metirsiyek heye ku rakirina merc û şertên vîzayê ji bo YE dê bihêle ku penaxwaz yekser ji Turkiyê bêne YE yê. Me nimûneyên ji berê de hene yên vê metirsiyê isbat dikin, dema qanûnên vîzayê rabûn û ji nişkave gelek derbasî Ewrûpayê bûn.

Qesda Morgan Johansson pirsa Serbiyan bûn dema beriya 10 salan YE merc û şertên vîzayê ji bo wan û welatên din li rojavayê Balkanê rakir. Encamên wê ew bû ku bi deh hezaran rom hatin welatên din yên Ewrûpayê û serî li mafê penaberiyê dan, piraniya wan hatin Almaniya û Swêdê.

Di wê demê de gotûbêj û debatên germ vebûn derbarê bi kar anîna mafê vîzayê ji bo berjewendiyên din û piştî wê guherîn di qanûnê de çê bûn. Beşêkî biçûk li qanûnê zêde bû tê de maf da YE ku miwaqet vîza bidin eger qanûn careke din xirab bên bi kar anîn.

Almaniya û Fransa nuha dixwazin stopekê yan firêmekê li vê qaydeyê zêde bikin ya maf dide her welatekî endam di Yekîtiya Ewrûpayê de ku mafê vîzayê rakin di şeş mehan de eger hejmara penaberan bigihêje asteke taybet yan eger hemwelatiyên turkiyê bê destûr di YE de bimînin.

Li gor komîsyona YE yê qanûnên îro hene têr in lê wezîrê koçê yê Swêdê Morgan Johansson piştgîriyê dide pêşniyaza Almaniya û Fransayê ji aliyê danîna rawestandina bikaranîna vîzayê:

-Ya Almaniya û Fransa nuha şîrove dikin hêsanîkirina rewşê ye eger astengî di rê de derkevin û ev qanûn bên istixlalkirin. Li gor nerîna min ev imkaneke balkêş e  ji ber em jî naxwazin têkevin heman rewşê de careke din wekî ya me dît bi tecrûbeya rojavayê Balkan re. Morgan Johansson berdewam dike û dibêje piraniya welatên endam bi çavekî cidî li wê tecrûbeyê dinerin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".