Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Beledî dest datînin ser zarokên dikin tev li Daişê bibin

Hat weşandin tisdag 3 maj 2016 kl 10.53
Bavekî dixwest 3 zarokên xwe tev li Dewleta Îslamî bike
(1:09 min)
Zarokek li ber derî.
Wêne: Fredrik Sandberg/TT

Hejmara giştî ya zarokên li Swêdê tên binçavkirin ne xuya ye. 

Radyoya Swêdê eşkere dike kug elek caran zarokên ku dikin ji Swêdê derkevin ji bo tev li Dewleta Îslamî (Daişê) bibin, yan jî werin zewicandin, ji aliyê belediyan ve tên binçavkirin. Nimûneya herî dawî belediya Örebro ye.

Hejmara giştî ya zarokên ku hatine binçavkirin tam ne xuya ye, lê di haletekê de ku zaniyariya Radyoya Swêdê jê çê bûye, kurekî 17-salî ku belediyê guman dikir dê biçûya Sûriyeyê û li aliyê Dewleta Îslamî şer bikira, belediyê dest danî ser û ew danî cihekî din.

Di vê haleta li Örebro de, belediyê ji Dadgeha Îdareyan, Förvaltningsdomstolen, xwest ku dest deyne ser 3 zarokan, ji ber ku wan guman dikir ku bavê wan dixwaze wan bibe Sûriyeyê, tedrîba çekdarî bide wan ji bo ku ew li aliyê Daişê şer bikin. Tê zanîn ku dadgehê payîza çû bav binçav kiribû, bi gumana ku wî sextekarî kiriye ji bo ku di şerekî de beşdar bibe.

Niha hersê zarok li xaniyekî parastî dijîn, û li gor agahiyên ji Radyoya Swêdê re, ev cara yekem e ku belediya Örebro dest datîne ser zarokan ji bo ku ew neçin derveyî welêt û şer nekin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".