Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Erdem Gul

Rojnamevanê xelatgir zêde ne kêfxweş e!

Hat weşandin tisdag 3 maj 2016 kl 17.59
Erdem Gul: ”Hem xembar, hem jî serbilind im”
(5:14 min)
Erdem Gul û Can Dundar
Erdem Gul û Can Dundar niha ne di zindanê de ne, lê doza li hember wan berdewam e û nabe ku ew ji Tirkiyê derkevin.

Yek ji wergirên xelata rojnamevaniyê Erdem Gül dibêje ew ji bo rewşa azadiyan ya li Tirkiyê xembar, lê weke rojnamevan serbilind e ku vê xelatê werdigre.

Duh Klûba Weşangeriyê ragihand ku ew xelata salê didine rojnamevanên tirk Can Dundar û Erdem Gul. Îro bi telefonê gava em gihan Erdem Gul peyva pêşî wî li ser wergirtina xelatê got peyva ”mixabin” bû.

– Mixabin ji bo me rojnamevanên Tirkiyê aliyekî vê xelatê yê xemdar heye. Di rêza azadiya çapemeniyê de Tirkî yek ji dewletên herî xerab e. Min û Can Dundar me yekser nesîbê xwe ji vê nexweşiyê girtiye. Ji ber rewşa azadiyan ya li Tirkiyê ez xembar, lê weke rojnamevan serbilind im ku vê xelatê werdigrim.

Erdem Gül serredaktorê rojnameya Cumhuriyetê yê Enqerê ye. Rojnameya ew lê dixebite par hin vîdyo û wêne weşandibûn. Ji weşanan dihate dîtin bê îstixbarata Tirkiyê çawa sîlehan bi qaçaxî derbasî komên çekdar yên li Sûriyê dike. 

Ji ber van weşanên rojnameyê serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan doz li Erdem û serredaktorê giştî yê Cumhuriyetê Can Dundar vekiribû. Erdogan herdu rojnamevanan bi sîxurî û xiyanetê tawanbar dike û gotiye ew ”vê yekê ji wan re nahêle”.

Mijdara derbasbûyî herdu rojnamevan hatine girtin û sê mehan di zindanê de man. Niha ew li der in, lê doza li hember wan berdewam e û doz giran e. Cezayê ji wan re tê xwestin zindana muebed e, ango heta mirinê ew di hepsê de bimînin e.

Erdem Gul dibêje ew weke rojnamevan di rewşeke pir dijwar de ne, lê wergirtina xelata Klûba Weşangeriyê ya Swêdê ew mîna îspata rojnamegeriya baş dinirxîne.

– Di parasatina xwe ya dadgehê de jî me tim got rojnamegerî ne sûc e, ew nikare were cezakirin. Lewra ev xelat îspata riya me ya rast e. Ew dê ji me re bibe hêz da ku em di rojnamegeriya rasteqîn de zêdetir israr bikin.

Xelata Klûba Weşangeriyê (Publicistklubben) ji 2007ê ve salê carekê ji bo bîranîna Anna Politkovskajas tê dayin. Serokê rêxistinê Björn Häger sedema dayina xelatê ji bo Dündar û Gül wiha dinivîse:  ”Ji ber di heyameke ku azadiya xweîfadekirinê di bin zextên dijwar de ye ew bi cesaret û duristî rojnamegeriya bêalî dimeşînin. Herçend ew bi cezayê muebed têne tehdît kirin jî, ji bo ku rastî derkeve holê ew bêrawestan têdikoşin. Doza li hemberî wan nîşaneke din ya binpêkirina azadiya çapemeniyê ya hikûmeta Tirkiyê ye”. 

Îro roja azadiya çapemeniyê ye. Ji aliyekî din ve dîsa îro Yekîtiya Ewrûpa nîqaş dike bê ew şertên vîzeya ji bo welatiyên Tirkiyê sist bikin yan na. Rayedarên Tirkiyê ji bo berdewama peymana astengkirina koçberan vîzeyê weke şertekî didine ber Ewrûpa. Vê nêzîkbûna Yekîtiya Ewrûpa Erdem Gul weke durûtî bi nav dike.

– Gereke peymana YE ya bi Tirkiyê re nebe sedem ku Ewrûpa çavên xwe ji binpêkirina azadiyên li Tirkiyê re miç bike. Divê Ewrûpa dev ji durûtiyê berde û li hember maf û azadiyên bingehîn bê deng nemîne. 

Halê hazir Erdem Gul û Can Dundar nikarin ji Tirkiyê derkevin û 6ê mehê ew ê dîsa derkevin pêşiya dozger. Gul radigihîne ku eger qedexeya derketina derveyî Tirkiyê were rakirin ew dê bi xwe werine Swêd da xelatê wergirin, yan na dê wekîlekî xwe bişînin. 

Piştî ku diyar bû xelat diçe ji Dundar û Gul re bi taybetî di civakên medyayî de hin deng hatine bihîstin ku xelat delîla wê yekê ye ku herdu rojnamevan ji dewletên derve re dişuxilin û giliyê Tirkî li cem biyaniyan dikin. Erdem Gul dibêje herçend ew pêrgî reaksiyonên wiha tên jî ji bo pêşerojê ew geşbîn e.

– Herçend rewşa îro pir tarî xuya bike jî û herçend em têne gunehbar kirin ku ji xerîban re kar dikin jî di nav civakê de em piştgiriyeke xurt dibînin. Loma ez hêvîdar im ku ev çerxa tarî demeke kin bajo.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".