Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Tevlêbûna şofêrên taksiyan di firotina keçan de

Hat weşandin tisdag 3 maj 2016 kl 16.15
Ji 14 şofêran, 10 şofêr alîkariya dîtina laşfiroşan kirin
(1:14 min)
Taxi.
Wêne: Tomas Oneborg / SvD / TT

Li gor programa kanala TV4 ”KallaFakta”, gelek şofêrên şirketa ”Taxi Stockholm” di firotina laşê keçan li navenda Stockholmê de beşdar in.

Ji 14 şofêrên ku peyamnêrê TV4ê ji wan pirsîbû heger ew dikarin wan bi ser xwefiroşan ve bikin, 10 şofêran alîkariya wan kiribûn.

Taxi Stockholm yek ji şirketên herî mezin ên taksiyan e li Swêdê, nêzîkî 4500 şofêrên wan hene.

Birêvebirê giştî yê şirketê Johan Lagerhäll ji Radyoya Swêdê re dibêje ku wî dizanîbû ku meyleke di sûka taksiyan de heye, ku şofêr alîkariya mişteriyan dikin ku laşfiroşan bibînin. Lê ew dibêje ku ew ji ber vê hejmara pir bilind matmayî ye. Ji ber vê yekê jî gerek niha tedbîrên xurt werine standin. Wî eşkere kir ku yek ji şofêrên di reportajê de xuya dikin hatiye naskirin, û niha ew ji karê xwe hatiye avêtin.

Wekî din, wan şirketeke din tayîn kiriye, ji bo ku kontrolên nimûneyî çê bikin. Ango, ew şirket dê hin karmendên xwe bişînin li ser bingeha ku ew mişterî ne, û dê bibînin çend şofêr alîkariya dîtina laşfiroşan bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".