Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Wezîrê koçê:

Turkiye divê hemû mercan bi cî bîne

Hat weşandin onsdag 4 maj 2016 kl 11.06
”Ev bûye rewşeke rehîne girtinê”
(6:31 min)
Justitieminister Morgan Johansson och Turkiets flagga
Wêne: TT. Wêne: Wêne: TT.

Ji havînê de wê rê li ber hemwelatiyên turkî vebe ku bê vîza derbasî Yekîtiya Ewrûpayê bibin, ev pêşniyaza komîsyona YE ye ya tên payin ku wê îro bên pêşkêş kirin. 

Lê hîna ew 72 mercên li ser Turkiye hatine danîn bi cî nebûne. Li gor nerînên wezîrê koçê yê Swêdê Morgan Johansson, divê YE yê ji wan mercên li ser Turkiye hatine danîn venekişe, herçend Turkiye tehdîdan dike ku peymana pirsa penaberan betal bike.

-Divê helwesta me ew ku Turkiye gerek merc û şertên hatine danîn bi cî bîne. Wezîrê koçê Morgan Johansson berdewam dike û dibêje me rewşeke acil hebû di nav bera Turkiye û Yûnanê de û pirsa vîzayê yek ji sozên ku wê YE lê nerîbaya. Ji aliyê komîsyonê ve ya ji wan hate xwestin bi cî anîn lê biryara herî dawî di destê welatên endam de ye.

Ji aliyê Turkiyê ve jî ta nuha ew 72 şert û mercên li ser welatî hatine danîn da ku ev soza bibe rastî bi cî nebûye. Ev mercên li ser Turkiye hatine danîn li ser pênc beşan dabeş bûne. Ewleyîya belgeyan, lênerîn pirsa koçberiyê, rewşa ewleyî û nîzama giştî, mafên bingehîn, wergirtina koçberên bêqîde ye.

Rakirina vîzayê ji bo turkan merca Turkiyê ye li ser YE da ku penaberan ji Yûnanê werbigire.

Wezîrê koçê Morgan Johansson bicîanîna van 72 mercan giring dibîne lê li hêla jî rewşa peneberan wekî metirsiyeke mezin tîne ziman:

-Ji bingeh de ya em dibêjin ew e ku eger hûn van mercan bi cî neyinin hûn nikarin rakirina vîzayê werbigirin. Di heman demê de pêşketina alternatîv heye, metirsiya ku çûnûhatina ji bo Yûnanê careke din geş bibe û bi sedan kes dîsan di deryayê de jiyana xwe ji dest bidin.

Johansson dibêje dijîtiyeke berjewendiyan heye, belkî welatên din yên endam di YE de xwedî helwestên din bin û em di dawîyê de her divê di nav xwe de şîrove bikin.

Di heman demê de endamên parlamana YE yê yên swêdî yên wê di meha heftan peymana penaberan bi Turkiyê re qebûl bikin ji ber rakirina vîzayê ji bo hemwelatiyën turkî gelekî bitirsin.

Cecilia Wikström ji Lîberalan di şîroveyeke germ bi Gunnar Hökmark ji partiya Moderatan re di bernameya P1 morgon ya Radyoya Swêdê de got ku Turkiye weke rewşeke ”rehîne girtinê” ava kiriye û dextê li ser YE yê datîne:

-Bi nerîna min, dema Turkiye hemû mercyên li ser wê hatine danîn bi cî bîne wê demê mirov kare rakirina vîzayê qebûl bike. Lê ta nuha ew 72 mercên hatine danîn bî cî nebûne heman mercên ku li ser welatên din hatin danîn ji bo rakirina vîzayê.

Lê Turkiye hîna ev merc bi cî nanîye û yek ji mercên herî giring azadiya derbirîna bîr û baweriyê ye. Îro gelek rojnamevan, nivîskar û hunermend li Turkiyê zindankirî ne. Eger ev soz ji Turkiyê re qebûl bibe wê demê gerek ev girtî serbest bên berdan.

Cecilia Wikström dibêje her wekî YE muamele bi welatên din re kiriye ji bo rakirina vîzayê dive her bi Turkiyê re jî bike. Ew dibêje ya nuha em dibînin êdï bûye wekî rewşeke ”rehînegirtinê” ji YE yê.

Ev peyman bûye yekalî, ku Turkiye penaberan ji Yûnanê werbigire û ji bo ku Turkiyê vê yekê bike şertên mezîn û nementiqî li ser YE danîye.  

Gunnar Hökmark ji partiya Moderatan dibêje guftûgoyên bi Turkiyê re baş in ji bo guherînên giring di welatî bibin û mirina penaberan di deryaya sipî de kêm bibin:

-Divê em jibîr nekin ku Turkiye dixwaze bi YE re têkeve gûftûgoyan derbarê pirsên din de jî, ji ber YE ji bo Turkiyê giring e. Lê her çawa be ya herî giring rewşa penaberan e. Ya nuha bi min giring e ku em hizra penaberan bikin û ne siyaseta sîmbolîk hember Turkiyeyê. Em zanin ku Turkiyê îro li ser rêyeke şaş e lê ya baş ew e ku em bi wê re têkevin guftûgoyan de da ku guherîn çê bibin.

Wikström derbarê rewşa penaberan dibêje ew dê her rêyên din peyda bikin da ku xwe bigihînin Ewrûpayê, wekî nimûna di Lîbyayê re. Ev peyman rê li ber penaberan nagire.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".