Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Rexne û piştgiriya ji bo Amineh Kakabaveh

Hat weşandin onsdag 4 maj 2016 kl 18.56
Mehekê karê xwe yê ber bi derve radiwestîne
(6:31 min)
Amineh Kakabaveh.
Parlamentera Partiya Çep Amineh Kakabaveh, û çend nivîs û daxwazên piştgir û rexnegir. Wêne: Henrik Montgomery/TT.

Dengin hene dixwazin ew ji partiyê were derxistin, dengin din jî hene piştgiriya wê dikin û dixwazin ew di partiyê û parlamêntoyê de bimîne.

Ji heftiya çû ve gotûbêja derbarê pêşeroja parlamentera Partiya Çep (Vänsterpartiet) Amineh Kakabaveh de gelekî gur bûye. Vê gotûbêjê piştî belavkirina Kakabaveh ya vîdyoyekê dest pê kir. Ew vîdyo ya civîneke somaliyan li Somalyayê bû, û tu têkiliya wê civînê bi Swêdê re tune bû. Lê rêkxistina nijadperest ya bi navê Nordisk Ungdom (Ciwanên Welatên Bakur) wergerandineke sexte li bin vîdyoyê danîbû. Di wan nivîsan de teswîrên gelekî nijadperest derbarê somaliyan de tên dayîn.

Amineh ew post ji ser dîwarê xwe yê Facebookê rakir, û paşê lêborîn xwest. Ji wê demê ve gelek deng derketine holê, hem ên ku dixwazin Amineh Kakabaveh ji karê xwe were derxistin, hem jî yên ku piştgiriya Amineh dikin. Bi dehan kes, rêkxistin û komeleyan nivîsek di êvarenameya Aftonbladetê de belav kir, ku weke nameyeke vekirî ji serokê Partiya Çep Jonas Sjöstedt re ye, ji bo piştgiriya Amineh Kakabaveh. Yek ji wan kesan Sara Mohammad e, damezrêner û seroka rêkxistina GAPF (Pela û Fadime ji bîr nekin!). Ew dibêje ku tişta Amineh Kakabaveh kiriye, belavkirina wê vîdyoyê şaştiyeke mezin e, û helbet berpirsiyariya her parlamênterekê ye ku berî tiştan belav bike, bi xwe baş li wan bikole. Lê Sara Mohammad piştrast dike ku Kakabaveh ne nijadperest e.

Abdikani Jama Mohamad, endamê birêvebirina Federasyona Komeleyên Somalî li Swêdê, ji Radyoya Swêdê re dibêje ku ew lêborîn têr nake:

Mohamad dibêje ku Amineh piştî ku post rakir, dîsan naveroka vîdyoyê parast, û lêborîna wê ew bû, ku wê vîdyoyeke rêkxistineke nijadperest û rasîst belav kiriye, ne ku ji ber naveroka vîdyoyê lêborîn xwestiye. Ji bo wilo, ew, weke nûnerên komeleyên somalî li Swêdê lêborîna Kakabaveh napejirînin.

Heta niha ji nava partiyê bi xwe çend agahî hatine der. Ya herî dawî ew bû, ku partiyê û Amineh Kakabaveh li hev kirine ku mehekê karê Kakabaveh yê siyasî beramber medyayê were rawestandin, di nav wê mehê de dê gotûbêjên partiyê bi parlamêntera wan re bidomin.

Sara Mohammad vê gotûbêja derbarê Amineh Kakabaveh dide ber tevliheviya ku li dor wezîrê berê yê karûbarên xaniyan, Mehmet Kaplan.

Gelek deng dixwazin ku Amineh Kakabaveh ji partiyê û parlamêntoyê were derxistin. Di nava partiyê bi xwe de dengên rexnegir û piştgir hene. Lê herêma ku Kakabaveh li ser navê wê hatiye hilbijartin, ango herêma Stockholmê, di daxuyaniyeke çapemeniyê de radigihîne ku tu baweriya wan bi Kakabaveh weke parlamenter ne maye, û gerek ew nema nûnertiya partiyê bike. Endamê birêvebirina Federasyona Komeleyên Somalî, Abdikani Jama Mohammad, jî dibêje ku tu bawerî bi Amineh Kakabaveh ne maye, û ew tu îmkanî nabînin ku baweriya wan bi wê dîsan xurt bibe.

Lê Sara Mohammad dibêje ku derxistina Amineh Kakabaveh ji parlamêntoyê dikare bibe serkeftinek ji bo hêzine li dijî mafên jinan.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".