Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Mona Sahlin dev ji karê xwe ber dide

Hat weşandin fredag 6 maj 2016 kl 09.58
Mona Sahlin: Min mehê 80 hezarên zêde didan wî
(1:22 min)
Mona Sahlin.
Wêne: Ulf Palm/TT

Mehek mabû ku wezîfeya wê weke koordînatoradijî ekstremîza şidetxwaz temam bibe.

Mona Sahlin dev ji karê xwe weke koordînatora giştî ya dijî ekstremîzma şidetkar berda, piştî ku rojnameya Expressenê eşkere kir ku wê belgeyên sexte derbarê meaşê nobedarê xwe yê taybet derxistibû.

Karê Mona Sahlin weke koordînatora giştî dijî ekstremîzma şidetkar dihat wateya ku wê hevkariya di navbera dewlet û belediyan de xurt dikir ji bo xatirê ku karê belediyan li dijî şidetkariya bi motîvên îdyolojî xurttir bibe. Hêjayî gotinê ye ku Mona Sahlin berê seroka partiya Sosyaldemokratan bûye.

Mehek mabû ku wezîfeya Mona Sahlin weke koordînator bi dawî bihata, lê piştî ku rojnameya Expressenê eşkere kir ku wê belgeyeke sexte ji bo nobedarê xwe yê taybet nivîsiye, wê dev ji karê xwe berda.

Di belgeyê de nivîsîbû ku meaşê wî yê mehê 120 hezar kron bû, lê meaşê wî ji hikûmetê bi xwe 43 hezar kron bû.
Ew belgeya sexte ji bo kirîna xaniyekî bi qasî 10 milyon kronan hatibû bikaranîn. Şirketê digot ku meaşê wî yê bi 43 hezar kronan têra kirê û deynên xênî nake.

Mona Sahlin bi xwe ji rojnameya Expressenê re gotibû ku wê di mehê de 80 000 kronên zêde didan dest wî, ji bo ku piştî bidawîkirina karê wî jî wê biparêze.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".