Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Nêrînên li ser vîzeya navbera Tirkî û Ewrûpa

Hat weşandin fredag 6 maj 2016 kl 11.56
”Vîze rabe baş e, lê…”
(4:52 min)
Entrén till Kista Galleria.
Li Kista nêrînên xelkê pir ji hev cuda ne. Wêne: Besir Kavak /Sveriges Radio

Piraniya tirkîaxêvên li Kista ku em pêrgî wan tên dixwazin vîzeya navbera Tirkî û Yekîtiya Ewrûpa rabe. Swêdîaxêv bêalî yan jî dibêjin ew zêde nexwedî zanyarî ne û kurdîaxêv li dijî rakirina vîzeyê xuya dikin.

Ev demeke di rojeva Yekîtiya Ewrûpa de rakirin yan jî sistkirina vîzeya ji bo welatiyên Tirkiyê heye. Derbarê gotûbêjan de em çûn sûka Kista û me ji xelkên li wira pirsî bê ew çi difikirin.

Xortekî temenê wî derdorê 25 salî dibêje eger vîze di navbera Tirkî û YE nemaba baş dibû. Lê li gor ku wî bihîstiye wê şertê vîzeyê neyê rakirin, ji ber ku ewrûpî ji Tirkiyê ditirsin. Ew dibêje nufûsa ciwanan li Tirkiyê bilind e, belkî jî ditirsin ku gelek kes werin û li vira bimîmin. 

Di vê navberê de du xortên din tevlî sohbetê dibin. Yek ji wan tîne zimên ku hebûna vîzeyê çûnûhatinê dijwar dike û serê wan pir têşîne. Yê din ku di restorantê de di nav kar de ye dibêje wê werine vira çi bikin? Tirkî bi xwe zêr e!

Mirovekî din dora temenê 45-50 de sifra wî dest de ye da ku xwarinê bibe. Ew dibêje eger vîze nemaba ehl û nasên wî yên li Tirkiyê dê bi hêsanî bihatana vira. Lê eger mirov mantiqî bifikire gereke ranebe ji ber ku li Tirkiyê qîmet û mafê mirovan nîne. Ew bi berdewamî dibêje ji aliyê coxrafya, şînahî û civakî ve ti welatên ji Tirkiyê xweştir nînin, tiliya xwe bi serê xwe ve dike û dibêje ”lê ev der vala ye”.

Em riya xwe dewam dikin û ji hin kesên din yên li galeryayê dipirsin. Gelek kes radigihînin ku tu fikrekî wan yê taybet nîne ji ber ku ew meseleyê bi temamî nizanin. Û hin kes jî dibêjin eger vîza were rakirin jî gereke welatiyên Tirkiyê ne ji bo bicîbûna li Swêdê, lê tenê ji bo serdanê bikaribin werin.

Piraniya kesên tirkîaxêv ku em li Kista pêrgî wan tên dixwazin vîze rabe, lê xuya ye zêde baweriya wan jî nîne ku tiştek wisa bibe. Swêdîaxêv bêalî yan jî dibêjin ew zêde nexwedî zanyarî ne. Bes heçî kurdîaxêvên ku em pêrgî wan têne ye nêrînên wan yên xurt li ser meseleyê hene.

Jineke yextiyar bi keç û neviya xwe re berê wan li dikanê ye. Ew radigihînin ku xelkên Wanê ne û îhtîmala rakirina vîzeyê qet ne bi serê wan nakeve.

Ev çend dengên ji galerya Kistayê bûn yên derheqê gotûbêjên li ser rakirina vîzeyê ji bo welatiyên Tirkiyê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".