Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Piştgirên Natoyê ji dijberên wê bêhtir in

Hat weşandin fredag 6 maj 2016 kl 11.49
Jan Björklund (L): Zihniyeteke nû li gor cîhana nû lazim e
(1:22 min)
Nato.
Wêne: JONATHAN ERNST

Lêkolîneke înstîtuya civak, raya giştî û medya (SOM-institutet).

Di nivîsekê di rojnameya DagensNyheter de xuya dike ku 38% ji kesên di lêkolîna înstîtuya civak, raya giştî ûmedya (SOM-institutet) de beşdar bûn, piştgiriya tevlêbûna Swêdê di Natoyêdikin, û 31% li dijî wê ne. Ev cara pêşî ye ku piştgirên endameytiya Swêdê boNatoyê ji dijberên wê li Swêdê zêdetir in.

Sala çû Partiya Navendê (C) û partiya Demokratên Xiristiyan (KD)biryar dan ku piştgiriya tevlêbûna Swêdê di Natoyê de bibin.

Ev lêkolîna SOMê cara pêşî 1994êhate çêkirin. Wê demê 15% dixwestin ku Swêd bibe endama Natoyê, 48% nedixwestin. Li gor lêkoleran, ev rêje heta 2012 kêmzêde li ser eynî astê bûne, ûji wê demê ve bi şêweyekî xurt û zû hatine guhertin.

Serokê partiya Lîberalan Jan Björklund dibêje ku niha minaqeşeyekeciddî di civaka Swêdê de lazim e derbarê mijara Natoyê. Li gor wî, dijberiyahikûmetê ya endametiya Natoyê li gor zihniyeteke kevin e, û cîhana îrozihniyeteke nû dixwaze. Ew herweha dibêje ku hemû welatên demokratî li Ewropayêendamên Nato ne, û ew dibînin ku tevgera Vladimir Putin bixeter û tijî rîsk e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".