Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Erdogan şertên YE qebûl nake

Hat weşandin fredag 6 maj 2016 kl 16.07
Erdogan: Emê bi ya xwe bikin, bila ew jî bi ya xwe bikin!
(1:07 min)
Serokê Turkiyeyê Recep Tayyip Erdogan.
Serokê Turkiyeyê Recep Tayyip Erdogan. Wêne: AP.

Serokê Turkiyeyê Recep Tayyip Erdogan radigihîne ku Turkiye qanûna xwe ya terorîzmê ji bo xatirê rakirina vîzayê ji bo hemwelatiyên turk naguhere.

"Emê bi ya xwe bikin, bila ew jî bi ya xwe bikin". Ev gotina Erdogan bû, ku bi şêweyekî zindî di televizyonê de hate weşandin.

Tê zanîn ku Yekîtiya Ewropî di danûstandinên peymanekê derbarê penaberan de 72 şert li ser Turkiyeyê danîbûn, ji nav wan şertan rewşa mafên mirovan li welêt hene, ku li gor Yekîtiya Ewropî gerek baştir bibin. Berî niha wezîrê koçê yê Swêdê Morgan Johansson binxêz kiribû ku gerek Yekîtiya Ewropî xwe li ber Turkiyeyê netewîne, û gerek ji şertên xwe danekeve.

Ev daxuyaniya Recep Tayyip Erdogan tê wateya ku berdewamkirin û serkeftina danûstandinan zehmet bibe. Ev danûstandin ji bo rakirina şertê vîzayê ji bo hevwelatiyên turk e, ango ji bo ku ew bê vîza bikaribin derbasî welatên Yekîtiya Ewropî bibin. Armanca van danûstandinan ew e, ku Turkiye pêla penaberan bi ser Ewropayê ve bisekinîne.  

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".