Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Vänsterpartiet

Kongireya Partiya Çep berdewam e

Hat weşandin fredag 6 maj 2016 kl 17.22
Serokê Partiya Çep (V) Jonas Sjöstedt.
Serokê Partiya Çep (V) Jonas Sjöstedt. Wêne: Pavel Koubek/TT

Pirsên jîngehê, firotina Vattenfallê û hevkariya bi hikûmetê re yên herî girîng in.

Doh kongireya Partiya Çep li bajarê Örebro dest pê kir. Partiyê di destpêka kongireyê de Jonas Sjöstedt ji nû ve weke serokê partiyê hilbijart. Di axavtina vekirinê de, Jonas Sjöstedt giranî da pirsa jîngehê. Bo nimûne, wî behsa firotina xebata Vattenfall a li ser komira qehwe tê meşandin, kir. Tê zanîn ku ew xebat ji gelek aliyan ve weke xebateke bizerar ji bo jîngehê tê binavkirin. Tev wilo, Partiya Jîngehê dê firotina wê xebatê qebûl bike. Jonas Sjöstedt di axavtina xwe de got ku Partiya Çep dixwaze ku ew xebat neyê firotin, lê belê gerek yekcar were girtin.

Wekî din Jonas Sjöstedt dev avêt siyaseta koçê ku ji aliyê hikûmetê û partiyên burjuwa ve hatiye meşandin. Wî got ku hikûmetê xwe zêde li ber Turkiyeyê tewandiye, û Turkiye bûye nobedarê dergehên Ewropayê, ji bo ku penaberan bisekinîne. Li gor Jonas Sjöstedt, gerek Swêd bi berpirsiyariya xwe ya însanî rabe û penaberan bihewîne, ne ku derî di rûyê wan de bigire û bi wê yekê zêde hêz bixe destê Turkiyeyê de.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".