Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Tendurustî

Dermanek nû li dijî Hiv tê Swêdê

Hat weşandin måndag 9 maj 2016 kl 10.15
"Ev derman buha ye"
(2:07 min)
blodprover
Wêne: Markus Dahlberg/TT

Dermanekî nû dê mirovan biparêze hember nexweşiya Hiv, ango vîrusa nexweşiya Eydis saz dike. Tên payin ku di payizê de dê Prep bigihêje Swêdê.

Dermanê Prep bi xwe di gelek salan de li welatên cuda peyda bûye lê nuha digihêje Swêdê jî.

Ev derman ku bi şêweya heban e divê rojane bên wergirtin yan 36 seatan beriya peywendiya cinsî, ango seks, û vegirtina nexweşiya Eydis kêm dibe. Ev li gor lêkolînên di vî warî de hatine amade kirin.

Di halê hazir de dermanê Prep ji bo wan kesên ku bi nexweşiya Eydis in hatiye bi kar anîn, wekî dermanek firênlêgirtina nexweşiyê, lê ji nuha û pê ve dê j ibo bergirtina nexweşiyê jî bên bi kar anîn.

Piştî pejirandina Yekîtiya Ewrûpayê ya dê di payizê de bi cî bibe wê ev heb hem li Swêdê jî ji bo berlêgirtina Eydis dê hebin.

Lê pirsa mesrûfa vî dermanî pirseke dine. Li Swêdê ew dermanê bi armanca berlêgirtina nexweşiyan be li ser piştgîriya dewletî ya aborî hesab nabin, ev tê bi wateya ku kes nikare jêbirîna aborî ji bo van dermanan werbigire.

Ji ber vê yekê jî yên nexweş dê heqê vî dermanî ji bêrîka xwe bidin, buhayiya wê jî digihêje 6000 kron di mehê de.

Teymur Noori li Dezgeha vegirtinê ya YE yê dibêje ji ber ku ev derman ne tevlî jêbirîna aborî ya dewletî ye dê zehmetir bike ku bigihêje grûpa hedefkar.

-Eger mirov bixwaze ev derman bi berfirehî belav bibe wê demê divê lêçûn kêmtir bibe. Yan divê sîstema lênerîna tendirustiyê heqê dermanî dibe, ya bi xwe dê baş baya, yan jî divê mesrefa wê kêmtir bibe ji ber di halê hazir de gelekî buha ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".