Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Partiya Ҫep dixwaze PKK ji lîsteya terorê were derxistin

Hat weşandin måndag 9 maj 2016 kl 14.58
Alp: Tirkî di şerê xwe de lîsteyê bi kar tîne.
(9:05 min)
Yekbun Alp och Vänsterpartiet
Yekbûn Alp ji ber biryara partiya xwe kêfxweş e. Wêne: Besir Kavak, Sveriges Radio

Partiya Ҫep dê hewl bide PKKê ji lîsteya terorê ya yekîtiya Ewrûpa derxîne. Bi baweriya siyasetvana Partiya Ҫep Yekbun Alp muhra terorê li pêşiya çareseriyeke aştiyane asteng e.

Dawiya heftiyê kongreya Partiya Ҫep (Vänsterpartiet) li Örebro hebû. Yek ji biryarên ku di kongreyê de hate standin kurdan ji nêzîk ve elaqedar dike. Partiya Ҫep dê hewl bide PKK ji lîsteya Yekîtiya Ewrûpa ya terorê were derxistin.

Yek ji wan kesên ku ev pêşnûme nivîsandiye û ji bo pejirandina wê xwe westandiye siyasetvana Partiya Ҫep ya ji bajarê Uppsala Yekbûn Alp e.  

Di vê hevpeyvînê de Alp bersiva pirsên me dide:

Birêvebiriya Partiya Ҫep bi giştî li hemberî lîsteya terorê ya YE ye. Ew dibêje ne dadgeh/mahkeme lê dewlet vê lîsteyê dinivîsin. Û loma wan digotin bi qebûlkirina vê pêşnûmeyê mirov meşrûiyetê dide hebûna lîsteyê û li dijî qebûlkirinê der diket. Lê dîsa jî alîgirên pêşnûmeyê bi ser ketin. We hevûdin çawa qayil kir?

Hin dengên rexnegir hene dibêjin ku vê dawiyê PKK yan jî hin rêxistinên nêzîkê PKKê êrîşên hemberî sivîlan pêk anîne. Û loma girtina vê biryarê di vî wextî de ecêb dibînin.Ev biryar çende ecêb e? 

Li gor hin rojnameyan Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Ҫavuşoglu gotiye ”li hin welatên YE û di parlemana YE de hin partiyên çep dixwazin PKK ji lîsteya terorê derxînin, ji ber ku îdolojiya wan yek e, tev marksîst, lenînîst in. Qedab bi îdolojiya we bikeve! Naxwe hûn jî çek bigrine dest û terorê bikin”.

Ev tiştên ku di medya Tirkî de hatine weşandin. Lê gelo ji Partiya Ҫep re rasterast ji aliyê Tirkiyê tu reaksîyon hatine?

Bi qasî ku tê dîtin civaka kurd ya li Swêdê biryar bi kêfxweşî pêşwazî kir, heta li Örebro ku kongre lê dihate li dar xistin mîna şahiyekê hate pîroz kirin. Lê gelo bi girtina biryareke wiha re çi daxwazên taybet yên Partiya Ҫep wê ji PKKê hebin? 

Partiya Ҫep ne partiyeke zêde mezin e, îcar gelo îhtîmala ku ev daxwaz berfireh bibe çawa xuya dike?

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".