Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Hikûmeteke nû tê danîn

Hat weşandin måndag 9 maj 2016 kl 16.39
Stefan Löfvén: Her partî serokên xwe bi xwe hildibijêre
(0:59 min)
Serokwezîrê Swêdê Stefan Löfvén.
Serokwezîrê Swêdê Stefan Löfvén. Wêne: Pontus Lundahl/TT

Serokwezîrê Swêdê Stefan Löfvén îro ev biryar di civîneke çapemeniyê de da.

Îro piştî ku wezîra jîngehê Åsa Romson ragihand ku ew dev ji wezîrtiyê berdide, serokwezîrê Swêdê Stefan Löfvén di civîneke çapemeniyê de ragihand ku hikûmet dê piştî kongireya Partiya Jîngehê di dawiya vê heftiyê de ji nû ve were danîn. Hikûmeta nû dê di nava çend heftiyan de, herhal di meha 5an de, were pêşkêşkirin.

Û derbarê biryara Åsa Romson ku dev ji wezîrtiya jîngehê berde, Stefan Löfvén pesnê karê wê yê heta niha di hikûmetê de da, bal kişand ser gelek serkeftinên siyaseta jîngehperest ku bi keda Åsa Romson hatiye encamdan, lê wî di heman demê de piştrast kir ku her partî bi xwe serokatiya xwe hildibijêre, û ew fêm dike ku Åsa Romson di vê rewşa gelekî zehmet ji bo partiyê de dixwaze dev ji karê xwe berde.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".