Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Jabar Amin, endamê parlamanê (MP)

Çima hevseroka jin hate guherîn?

Hat weşandin måndag 9 maj 2016 kl 16.50
"Komîteya rawêj lez li proseyê kir"
(6:58 min)
هاوسەرۆکی پارتی ژینگە، ئۆسا ڕۆمسۆن و ئەندامپەرلەمانی پارتی ژینگە، جەبار ئەمین - wêne: Hewa Abdelzadeh/Sveriges radio, Janerik Henriksson/TT
wêne: Hewa Abdelzadeh/Sveriges radio, Janerik Henriksson/TT

Piştî eşkere kirina namzedên nû ji bo serokatiya partiya Jîngehê wezîra jîngehê û cêgira serokwezîrê Swêdê, Åsa Romson, dest ji parlamana Swêdê ber dide. Lê ji nuha ve rexne li karê komîteya rawêj dibe.

Îro piştî nîvro komîteya rawêj ya partiya Jîngehê di civîneke çapemenî de Gustav Fridolin û Isabella Lövin ji bo serokatiya partiyê pêşniyaz kirin. Biryara derbarê hevserokên partiyê dê di kongreya partiyê ya 13 meha gulanê de ye tên wergirtin.

Lê ji nuha ve rexne li karê proseya komîteya rawêj tên kirin. Jabar Amin, endamê parlamanê ji partiya Jîngehê rexnegirê şêwaz û awayê karkirina komîteya rawêj e û bilez kirina proseyê.

Jabar Amin rexneyê her li wê jî dike ku tenê hevseroka jin tên guherîn û ne yê mêr jî. Derbarê vê rexneya Jabar Amin û sebeba guherîna hevseroka jin, Joakim Larsson ji komîteya rawêj dibêje nirxandina me îdîvîduel û şexsî bû.

-Du hevserok in û me li her yekî ji wan şexsî û îndîvîduel nerîye. Ji aliyê awirê femînîstî ve jî ya dirust ew e ku mirov li take kesî binere û ne ji ber cinsê wan.

Gustav Fridolin ji berê ve hevserokê partiyê ye û nuha Isabella Lövin, wezîra yarmetiyê, ji bo ciyê Åsa Romsson tên pêşniyaz kirin.

Di heftiya çûyî de Lövin got ku ew xwe ji bo hevserokatiyê kandîd nake û nuha bi kêfxweşî qebûl dike:

-Isabella Lövin dibêje doh ji min hate pirsîn. Min qebûl kir ji ber ku komîteya rawêj tenê min hebû wekî namzeda herî bi hêz. Em bi pêwîstiya berdewamkirina xebata siyaseta xwe ya kesk in ya li gor nerîna min ji bo Swêdê û cîhanê gelekî giring e.

Di civîna çapemenî de hevserokê partiya Jîngehê, Gustav Fridolin yê ku dîsan ji bo hevserokatiyê ji aliyê komîteya rawêj ve hatiye namzed kirin dilxweşiya xwe anî ziman.

Isabella Lövin, 53 sal e, ew di navbera 2009 û 2014 de endama parlamanê YE bû ji bo partiya Jîngehê û piştre bû wezîra yarmetiyê.

Beriya karê wê yê siyasî wekî rojnamevan kar dikir bi giranî li ser pirsên çandî û pirsên girêdayî bi jîngehê ve.

Îro piştî nîvro, piştî eşkere kirina namzedên ji bo serokatiya partiyê xeber hat ku Åsa Romsson, wezîra jîngehê û cêgira serokwezîrê Swêdê dest ji wezîfeya xwe di parlamanê ber dide. Jabar Amin vê nûçeyê nexweş dibîne û li gor Åsa Romson ta nuha ta ji destë wê hatiye karekî bi rêk û pêk kiriye.

Kongreya partiya Jîngehê 13 gulanê li Karlstadê dest pê dike û di çar rojan de berdewam e, di van çar rojan de dê kongre hevserokên partiyê hilbijêrin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".