Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Xwendevanên ji derveyî YE ducar heqê perwerdeyên swêdî didin

Hat weşandin tisdag 10 maj 2016 kl 10.28
"Ev neheqî ye"
(3:27 min)
Studenter studerar i biblioteket på Stockholms universitet. Foto: Bertil Ericson/TT.
Foto: Bertil Ericson/TT.

Xwendevanên ji derveyî sînorên Ewrûpayê yên ku li zanîngeh û unîversîteyên Swêdê dixwînin mecbûr dibin carna ducar heqê perwerdeyê bidin.

Li gor lêhûrnerîneke beşê nûçeyên Radyoya Swêdê, Ekot, kiriye eşkere dibe ku lêçûnên xwendinê ji bo wan xwendevanên ji derveyî Ewrûpayê hatine kare wiqasî giran bikeve ku yên xwendevan mecbûr dibin bi dehan hezar kron ji bêrîka xwe bidin.

-Xwendevan Linlu Guo ji Çînê ecêbmayî ye û nikare bawer bike.

Malbata wê hemû pereyên xwe yê danîbûn ser hev ji karê wan yên gelekê salan de di fabrîkeya pembo, danînin ser xwendina Linlu di warê pedagojîkê de li zanîngeha Stockholmê.

Linlu yek ji 4000 xwendevanên ji derveyî Ewrûpayê ye ku par perê xwe da da ku karibe li Swêdê bixwîne.

Ji bo swêdiyekî yan ewrûpiyekî xwendina ku Linlu Guo dixwîne bi dora 45 000 kron e ji bo her salekê, wê demê jî dewlet heqê perwerdeyê dide.

Lê ji bo Linlu û xwendevanên din yên ji derveyî Ewrûpayê ne heqê vê perwerde li 90 000 kron disekine û ew jî ji bêrîka xwe didin. Bi nerîna Linlu Gou ev neheqiyek e:

-Na, ez nikarim bawer bikim ku ev rast e. Gelekî neheq e, min yekcar nizanîbû ku ferq wiqasî mezin e.

Ev ne tenê li zanîngeha Stockholmê dibe. Bi giştî xwendevanên ji derveyî Ewrûpayê di navbera 20 000 ta 60 000 kron di salê de zêdetir didin.

Jerker Dahne, berpirs e li beşê xwendevaniyê li zanîngeha Stockholmê dibêje mebesta me ne ewle ku em ji van xwendevanan qezenc bikin. Em gerek perwerdeyeke baş bi heqekî kamil pêşkêşî wan bikin. Li gor Jerker Dahne ev pereyê zêde ku xwendevan carna didin ji ber lêçûnên zanîngehê yên îdarî û ji bo pêşkêşî bazarê kirinê ye jî.

Par dora nîv milyar kron giheşte zanîngeh û unîversîteyên Swêdê ji heqê xwendevanên ji derveyî Ewrûpayê

Derbarê vê ferqa mezin ya heq û lêçûnên xwendinê ji bo xwendevanan wezîra xwendina bilind, Helena Hellmark Knutsson (S) ecêbmayî ye:

-Pir ecêb e ku perwerde wiqasî buha ye.

-Hikûmeta berê sîstema heqê ji bo xwendevanên ji derveyî Ewrûpayê danîn û her wekî Ekot jî eşkere dike ti lêhûrnerîn derbarê vê sîstemê nehatine kirin.

Wezîra perwerdeya bilind nuha sozê dide ku di payizê de dê lêkolîneke taybetî li  vê pirsê binere û bê çawa dê careke din xwendevanên xerîb bikişînin Swêdê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".