Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Testa ji bo doktorên biyanî zehmet dibe

Hat weşandin tisdag 10 maj 2016 kl 13.26
"Xwendina 5,5 salan di yek testê de"
(2:19 min)
En läkare undersöker en patient.
Bertil Ericson / TT

Nuha test, ango imtîhana nû ya zanînê ji bo doktorên biyanî tên amade kirin. Mebest kurtkirina pêvajoya derbasbûna bazara karî ye ji bo doktorên ji derveyî Yekîtiya Ewrûpayê hatine Swêdê.

Lê testek ku divê hem ewle û hem seranser û kamil be, şikil dana wê zehmet e û pêk anîna wê jî.

Magnus Hultin ji zanîngeha Umeå berpirsê imtîhana zanînê ye ji bo doktor û pizîşkên biyanî:

-Zehmetiya herî mezin di rê de danîna form û şiklekî ye ji vê imtîhanê re, ya divê têrî berfirehiya di perwerdeya doktoriyê de heye bike. Gelekî zehmet e ku xwendina nezerî ya 5,5 salî di yek imtîhanê de bên kom kirin wekî di perwerdeya pizîşkî ya swêdî de dibe. Ji ber vê yekê dê ev imtîhan zêde zehmet bibe.

Fermî ji aliyê hikûmetê ve ji zanîngeha Umeå hatiye xwestin ku imtîhaneke nû amade bikin. Di halê hazir de imtîhana zanînê ya ji bo doktorên biyanî asta diplomê dipîvîne. Piştî wê divê xizmeta pizîşkî ya giştî di sal û nîvekê de bi cî bînin, AT, da ku nasnameya pizîşkî werbigirin.

Lê ji ber ku ciyên AT, xizmeta pizîşkî ya giştî îro kêm in gelek kes di pêvajoyê de asê dimînin. Ev îmtîhana nû dê di şûnê de temamê zaniyariyên pizîşkî ta asta nasnameya pizîşkî bipîvîne.

Bi vî awayî dê pêwîstiya bi ciyên AT nemîne û ne jî belgeyên ji welatê ku ji wan hatine jî.

Ji aliyê Yekîtiya Doktoran ve ji ber vê imtîhana nû geşbîn in û hêvîdarin ku hevkariya navbera zanîngeh û bazara karî de baş bi rê ve here. Ev imtîhan dê bi zimanê swêdî be û piştî qebûlkirina encamên wê divê yê doktor şeş mehan praktîk bike, ango dema emelî.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".