Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Yasri Khan dev davêje siyasetmedarên bi esil kurd

Hat weşandin tisdag 10 maj 2016 kl 17.17
Yasri Khan: Ew wêneyine pîs ji misilmanan didin
(1:45 min)
Yasri Khan.
Yasri Khan. Wêne: Marc Femenia

Li ser Facebooka xwe nivîsî: ”Ez fêm nakim çima ew kurdên girêdayî pêşmergeryan û PKKê ewqase ji misilmanan nefret dikin”.

Yasri Khan, sekreterê giştî yê rêkxistina ”Misilmanên swêdî ji bo aştî û wekheviyê”, bi swêdî ”Svenska Muslimer för Fred och Rättvisa” di şiroveyeke xwe ya Facebookê de rexne li çar siyasetmedarên bi esil kurd kir. Posta ku Yasri Khan nivîsîbû, derbarê daxuyaniyeke parlamentera Partiya Çep, Carina Hägg, ku li gor wê îslamîst dixwazin li Swêdê xîlafetan ava bikin. Yasri Khan di yek ji şiroveyên xwe de wisa dinivîse:

Tişta ku Nalin Pekgul (S), Gulan Avci (L), Jabar Amin (MP), Amineh Kakabaveh (V) digihîne hev ew e, ku ew kurd in û girêdana wan bi pêşmergeyan û PKKê re heye. Ez nizanim çi bela vê rêkxistinê ye û çima ewqas ew dijî misilmanan in. Çima ewqas ji me nefret dikin? Ew çima bawer dikin ku xerabiya cîhanê hemû ji me ye? Kesek ji we dizane çima? Gelo dikare wisa be ku ew pereyan distînin ji bo ku bibêjin ku îslam û misilmanên bawermend xerab in, yan jî dikare wisa be ku ew cihên xwe di siyasetê de bilind dikin ji ber ku ew bi esil xerîb in û van tiştan dibêjin? Yan jî dema ew zarok bûn, tiştin bi serê wan hatin û heta îro bandorê li wan dike?

Piştî demeke kurt ew şirove hate rakirin, lê hindek ji şopînerên wî wêne ji şiroveyê re girtibû.

Radyoya Swêdê pêwendî pê re kir, û di bersiveke bi rêya SMSê li ser telefonê, wî got ku ew ji ber daxuyaniya Carina Hägg pir bihêrs bû û ew gotin ji qehran re pê re derket. Ew dibêje ku tiştekî wî li dijî kurdan tune ye, lê ew ji wan herçar siyasetmedarên binavkirî pir bihêrs bû, ji ber ku ew herdem wêneyine pîs derbarê misilmanên çalak de didin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".