Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Uber taksî

Uber xizmeta Uberpop digire

Hat weşandin onsdag 11 maj 2016 kl 10.28
"Ev xizmeteke nûjen e"
(2:10 min)
Foto: TT.
Foto: TT.

Xizmeta dîgîtal ya herî erzan- Uberpop, ya şirketa taksiyan, Uber, tên girtin. Dora 30 şofêrên şirketê hatine mehkûm kirin ji ber tawana ajotina neqanûnî û ya bi reş.

Lê ji aliyê Uber ve ev ne derbarê tawan yan bireş ajotinê ye, ev derbarê xizmeteke hevrêwîtiya nûjen e.

-Lêkolîna derbarê taksiyê ya derengmayî û hemû biryarên deadgehî sebebên sereke ne ji girtina xizmeta Uberpop re, ev gotinên Alok Alström e, şefê Uber li Swêdê yê ku îro di civîneke çapemenî de ev nûçe ragihand.

Xizmeta Uberpop ser wê ava dibe ku şofêrên bê destûra ajotina taksiyan wekî şofêr kar dikin. Piraniya caran heqê vê xizmetê ji xizmetên şirketên din yên taksiyan bi gelekî kêmtir e. 

Bi rêya appa telefona mobîl ya şirketê Uberpop tên bikaranîn, bi rêya appê mirov gera xwe vediqetîne û her bi appê jî heqê xwe didin. Lê ev demeke dirêje ku ev xizmet rastî rexneyên tund dibe.

Li gor ragihandinên rojnameya Dagens Nyheter dora 100 000 kes Uber di sê mehên dawî de bi kar anîne û dora 5000 kes şofêrtiya şirketê kirine. Lê herçend ku biryara dadgehê mohra ajotina reş li xizmeta Uberpop xistiye her şirketa Uber kar dide şofêrên nû.

Uber, komşirketa amerîkî ya hêjayî milyaran e îro di 400 bajarên cuda di temamê cihanê de hene.

Xizmeta Uberpop 18 gulanê fermî di bazara swêdî de namîne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".