Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Abdulkarim Omar

Rojava ber ku ve diçe?

Hat weşandin onsdag 11 maj 2016 kl 13.33
Omar: ”Ji bo me ne nav, lê naverok girîng e!”
(22 min)
Evdilkerim Omar . Rojava representant i Sverige. Photo: Nasser Sina / Radio Sweden
Evdilkerim Omar, nûnerayetiya Rojava li Swêdê. Wêne: Nasser Sina + "Atlas of Syria, wikimedia.org, CC0"

Ji pêwendiyên navxweyî yên kurd, heta têkiliyên bi dewletên mîna Amerîka û Rûsya re helwesta rojavayê Kurdistanê çi ye û ew ber bi ku ve diçe?

Ҫi pêwendî di navbera rêvebiriya Rojava û rejima Baas de hene? 

Çima rejim ji Qamişlo û Hisiça nayê derxistin? 

Girêdana rêvebiriya Rojava bi PKK re di çi astê de ye? 

Têkiliya navbera Rojava û PDKê çawa ye? 

Gelo Rojava xwe ji navên mîna kurd, Kurdistan û alaya Kurdistanê vedide? 

Ҫima çendîn partiyên rojavayî di rêvebiriyê de cî nagirin? 

Di navbera Amerîka û Rûsya de tercîha rêvebiriya Rojava kîjan e? 

Ev çend pirs in ku em ji berpirsê pêwendiyên derve yê rêvebiriya Rojava Abdulkarim Omar dipirsin. Omar dibêje:

– Di navbera Amerîka û Rûsya de tercîha me pir vekirî ye.

– Ku dinya hemû li pişta wê jî be rejîma Baas wê nikaribe careke din bibe desthilatdar.

– Di federasyona were ava kirin de ereb û kêmneteweyên li bakurê Sûriyê dikarin xwedîstatuyên taybet bin!

– Hedef ew e Reqa bibe beşek ji Federasyona Rojava - bakurê Sûriyê.

– Bikaranîna alaya rengîn ji bo Rojava ciyê nîqaşê ye.

– Di navbera rêvebiriya Rojava û PDKê de pirsgirêkên cidî hene.

– Fermandara YPJê Nesrîn Abdulla di bagaja erebê de, bi qaçaxî derbasî başûrê Kurdistanê dibe.

Ji bo hevpeyvînê li rapora dengî guhdarî bike!

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".