Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Biryara parlamanê

Rexne li bedela nexweșên narkolepsiyê dibe

Hat weşandin torsdag 12 maj 2016 kl 08.09
”Ev bedel ne têr e”
(2:40 min)
Foto: Stephanie Zakrisson/Sveriges Radio och TT.
Foto: Stephanie Zakrisson/Sveriges Radio û TT.

Îro wê parlamana swêdê biryarekê werbigire derbarê qanûna nû ya bedel û tawîda ji bo wan kesên bi nexweşiya narkolepsiyê ketine piştî ku xwe li dijî enfluensa ya beraz vaksîn kirine.

Li gor pêşniyazê wê herî zêde deh milyon kron bigihêje her kesekî, ev pere wê têra temamê zerera hatiniyên wan bike. Lê ta nuha ne diyar e bê bi tevahî mezinbûna bedel ji bo hemû kesên bi narkolepsiyê ketine wê çend be, ji ber hîna jî daxwaznameyên nû tên ji kesên ku zerer li wan bûye.

Nexweșîya narkolepsiyê nexweșiyeke reh ango eseb e, bi hêrîșên xewê ser mêjî. Ta nuha 475 serîlêdanên bedelxwestina ji bo narkolepsiyê piştî vaksîna Pandemrix hatine. Ji wan 311 hatine qebûl kirin.

Ji bo qebûlkirina bedel ji nexweşan re sînorek hatiye danîn ji wê re bê çend dem di navbera vaksînkirin û teşxîsên pêşî yên nexweşiyê de çûye. Li gor sînorê îro heye divê 16 meh derbas bûbe lê ev yeka kare bên guherîn li gor Robert Ström birêvebirê giştî yê sîgorteya dermanî:

-Dezgeha dermanan nuha lêkolîneke bi rêve dibe tê de li vê pirsê dinere. Em li hêviya encamên wê ne di van mehên li pêşiya me de. Em dê hewil bidin li gor encamên vê lêkolînê sînorê demê deynin.

Lê rexne ji gelek aliyên li sînorê herî bilind yê bedel dibe ya nuha gotine herî zêde wê 10 milyon kron be. Li gor nerîna Margareta Eriksson, seroka komeleya Narkolepsiyê li Swêdê, divê sîstemên cuda ji pirsa bedel û tawîdê re bêne danîn:

-Ev vaksîneke ji bo parastina civakê ye. Ev kes sax û tendirust bûn ta zerera vê vaksînê bi wan ket, nexweşiya narkolepsiyê wê temamê jiyana wan de hebe ji ber wê vaksînê. Yekcar neqebûlbar e ku ev kesana bi jiyana xwe heqê wê bidin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".