Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Çavdêriya agahiyên êlêktronî kare qebûl bibe

Hat weşandin torsdag 12 maj 2016 kl 13.15
Ev yek ji tedbîrên hember terorîsmê ye
(1:07 min)
Datalagring
Foto:TT

Îro biryara hikûmetê eşkere dibe derbarê lêkolîn kirina bê eger çavdêriya agahiyên êlêktronî li Swêdê ji bo xebata li hember terorîsmê qebûl dibe yan na.

Eger destûra ji vê re qebûl bibe wê bibe ji karê polîs ku bernameyeke sîxurî, ango casûsiyê di kompiyûterê tawankarên gumanjêkirî de bên danîn, ev gotinên wezîrê pirsên hindurîn Anders Ygeman e.

-Polîs û polîsê istixbaratê Swêdê wê pêşketina teknîkî bişopînin û dê derfeta wan hebe ku hem li agahiyên şifrekirî jî guhdarî bikin.

Di meha duanzan de, par, hikûmet û hevalbendî li ser çend tedbîrên ji bo xebata hember terorîsmê li hev kirin. Yek ji wan prisa bi nehênî çavdêrîkirina agahiyên teknîkî bû.

Ev pirs di gelek welatên din de destûr dayî ye û îro dê li Swêdê jî biryarek derbarê pirsa çavdêriya agahiyên êlêktronî li Swêdê jî bên wergirtin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".