Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Rewşa bêmalan zehmetir dibe

Hat weşandin torsdag 12 maj 2016 kl 14.26
Lêçûna peydakirina xaniyan zêdetir dibe
(1:32 min)
Flerbostadshus i solnedgång.
Wêne: Vegard Wivestad Grøtt/TT.

Gelek şaredarî pereyên zêde didin ji bo alîkariya mirovên bê cî û mal bikin. Ev dihêle ku rewşa wan kesên ji berê ve zehmetî didîtin ku ciyekî manê ji xwe re peyda bikin nuha zehmetir dibe.

Beşê nûçeyên Radyoya Swêdê, Ekot, ji nêzîk ve li vê pirsê nerîye û ji 10 şaredariyan pirsiye. Di hemû van şaredariyan de lêçûnên ji bo çareserkirinên acil, ango peydakirina ciyekî ji kesên ku yekcar bê mal in, di 2015 de bi hêz zêde bûye danberhev bi du salan beriya wê re.

Vijay ji Linköping, ku navê wî tiştekî din e, yek ji wan e yê alîkarî wergirtiye. Wî di gelekê salan de li xaniyekî digeriya û di payizê de rewşa wî zêde xirab û yekcar bê mal ma:

-Ta dawiyê xizmeta civakî, Socialtjänsten, astengiya min çareser kir. Pêşî ciyek di hotêlê de ji min re dîtin û pişî çend rojan ciyek di vandrarhem de, ango hotêlên ciyên razanê yên erzan, ji min re peyda kirin.

Tên texmîn kirin ku mesrefên şaredariyan ji bo peydakirina ciyên manê ji milet re dê her zêdetir jî bibe ji ber di halê hazir de gelek penaber li bende ne ku îqama xwe werbigirin û wê di çend salekî de di bazara xaniyan de bi pêwîstiya xaniyekî bin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".