Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Gulan Avci:

”Gotinên Yasri Khan nerast in û bêbextî ne”

Hat weşandin torsdag 12 maj 2016 kl 16.00
Avci: Piraniya kurdan misilman in, em jî ji malbatên misilman tên.
(4:31 min)
Gulan Avci och Yasri Khan.
Gulan Avci û Yasri Khan. Wêne: Karin Albons/Sveriges Radio

Yasri Khan li ser Facebooka xwe dev avêtibû çend siyasetmedarên bi esil kurd, ku li gor wî di siyasetê de dijberiya misilmanan dikin.

Gulan Avci seroka yekîtiya jinên lîberal, Liberala Kvinnor, e. Ew yek ji çar siyasetmedarên bi esil kurd e, ku serokê rêkxistina ”Misilmanên Swêdî bo Aştî û Wekheviyê”, Yasri Khan dev avêtibû wan.

Yasri Khan di şiroveyeke Facebookê de behsa Gulan Avci û 3 siyasetmedarên din ên bi esil kurd kiribû. Wî nivîsî ku ew herçar siyasetmedar bi esil kurd in û girêdanên wan bi pêşmergeyan û PKKê re heye. Gulan Avci. Me gelek caran hewl da ku em hevpeyvînekê bi Yasri Khan re bikin, lê wî tenê bersivekê bi rêya SMS ji me re şand.

Di wir de wî nivîsiye ku ew pir bihêrs bûbû ji ber ku ew ketiye rewşekê de ku medya herdem di pey wî de ye.

Ev mijara Yasri Khan wisa dest pê kir: wî dikir were hilbijartin ji bo bibe endamê birêvebirina Partiya Jîngehê (Miljöpartiet), ku xwe weke partiyeke femînîst dibîne, wate yek ji pirsên partiyê yên herî giring wekheviya mafên jinan û mêran e.

Dema ku wezîrê karûbarên xaniyan Mehmet Kaplan ji karê xwe hate avêtin, Yasri Khan yek ji wan dengan bû ku digot ji ber ku Kaplan misilman e, ew hatiye derxistin. Li ser vê mijarê, kanala 4an (TV4) peyamnereke xwe rê kiribû ji bo ku hevpeyvînê pê re bike. Dema ku Yasri Khan pêşwaziya wê kir, destê xwe ne dayê ji bo silavkirinê, û paşê zelal kir ku destdana jinan ji bo wî zêde nêzîk tê. Ronahiya medyayê çû li ser wî, û piştî çend saetan wî ragihand ku ew dev ji karê siyasî û partiyê ber dide.

Gulan Avci dibêje ku mesele ne tenê meseleya destnedanê ye. Li pişt wê destnedanê nirx û nerînên ektremîst hene, ku mafên jinan binpê dikin. Ew rexnekirin û eşkerekirina medyayê tiştekî gelekî adil bû, li gor wê. Lê ji ber wan eşkerekirinan, niha Yasri Khan nema dikare xwe biparêze, û dixwaze xwe weke goriyê nefreta li dijî misilmanan bide nîşandan, li gor Gulan Avci.

Yasri Khan di bersiva xwe ya SMSê de ji me re got ku tiştekî wî li dijî kurdan tune ye. Ew herçar siyasetmedarên ew bi nav kirine li gor wî di siyaseta swêdî de hewl didin misilmanên bawermend weke kaniya xerabiyê bidin nasîn.

Lê di şiroveya xwe de Yasri Khan bal kişandibû ser esilê van herçar siyasetmedaran, ku ew kurd, û ji bilî wilo, wî nivîsî ku girêdanên wan bi pêşmergeyan û PKKê re hene. Me bi rêya SMSê jê pirsî gelo heger tiştek wî li dijî kurdan tune be, çima esilê siyasetmedaran û tohmetkirina wan a girêdana bi pêşmergeyan û PKKê re, ewqase girîng bû ku binivîse? Tu bersiv ji aliyê wî ne hat.

Gulan Avci dibêje ku ev tohmetbarkirin bêbextiyeke mezin e. Ji bilî wilo, Avci balê dikişîne ser paşbingeha Yasri Khan berî ku ew ewqase were rexnekirin.

Weke ku me berî niha jî di rapora xwe de nivîsî, me gelek caran hewl da em hevpeyvînê bi Yasri Khan re bikin, lê wî tu bersiv ne dan.  

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".