Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Dewlet bedelê dide nexweşên narkolepsiyê

Hat weşandin torsdag 12 maj 2016 kl 17.01
Yekîtiya nexweşên narkolepsiiyê rexnegir e
(0:44 min)
Derzî.
Wêne: Bertil Ericson / TT

Bedela herî bilind 10 milyon kron e. Li Norwîcê û Fînlandayê sînoreke herî bilind a bedelê tune. 

Îro parlamêntoya Swêdê li ser qanûneke nû biryar da, ku heqê bedelê dide kesên ku ji ber derziyên li dijî şewb aberêz bi nexweşiya narkolepsiyê ketin. Qanûna nû ji 1ê meha 6an de dest pê dike, û herî zêde mirov dikare 10 milyon kronan bistîne. Dewlet wisa hesab dike ku ew 10 milyon dê xisara meaşê jiyaneke sax bide.

Di kampanyayeke derziyên dijî şewba berêz di salên 2009-2010 de gelek kes ji ber wan derziyan bi nexweşiya narkolepsiyê ketin.

Tê zanîn ku li Norwîcê û Fînlandayê tu sînorê herî bilind ji bo bedelê ne hatine dan. Yekîtiya nexweşên narkolepsiiyê hêvî dikir ku li Swêdê jî tu sînoreke wisa tune be, wate mirov bikaribe zêdeyî 10 milyonan bistîne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".