Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Partiya Jîngehê (MP)

Kongre îro dest pê kir

Hat weşandin fredag 13 maj 2016 kl 10.31
”Wê rewşa me ji berê baştir bibe”
(7:57 min)
Emin u Romson
Emin Maskan, endamê Partiya Jîngehê û Åsa Romson, hevseroka berê ya Partiya Jîngehê. Wêne: Radyoya Swêdê, TT.

Îro kongreya Partiya Jîngehê li Karlstadê dest pê kir. Di vê kongreya sê rojî de wê hevserokên nû yên partiyê bên pêşkêş kirin, wê herweha sekreterê nû yê partiyê jî bên hilbijartin.

Di destpêka vekirina kongreyê de Åsa Romson, ya piştî demeke zehmet tijî rexne û bêbawerî dest ji wezîfeya xwe ya hevserokatiyê berda, axaftina xwe ya xatirxwestinê bi dengekî şikestî pêşkêş kir:

-Herdem zehmet e dema mirov hest bike ku mirov êdî nepêwîst e, lê ev ti carî serbilindiya min wenda nekiriye.

Peyama di axaftina Åsa Romson de ew bû ku divê xebat û biserketinên Partiya Jîngehê bi cî anîne di van salên dawî de neyê jibîr kirin.

Beriya çend rojekî komîteya rawêj Isabella Lövin û Gustav Fridolin ji bo hevserokatiya partiyê namzed kirin û îro wê kongre hevserokên nû pêşkêş bike.

Derbarê ew dema zehmet û têralozî di partiyê de, Gustav Fridolin li xwe mukir tê ku wî şaştî kirine û rastî gelek rexneyan bûye:

-Bi rastî jî min şaşî kirine û rastî rexneyên vekirî û dîrekt bûme. Ez li van rexneyan guhdarî dikim û bi vî awayî mezin bûme ku dema zehmetî têkevin rê de wê demê mirov bêhtir xebatê dike. Di van heftiyên dawî min xwe fêrî gelek tiştan kiriye.

Ev kongre bi têma û mijareke taybetî ye, wê derbarê mijara global ango ya cîhanî û pêşketina ragirbar be. Çendîn pêşniyazên gotûbêj kirinê di vê kongreya vê salê de derbarê siyaseta penaberiyê ne ya diyare wê ji pirsên herî germ be di kongreyê de.

Di hindirê partiyê de hêviyên mezin ji vê kongreyê dibin, bi taybetî piştî demeke dijwar û têr rexne ya partî tê de derbas bûye. Emin Maskan, endamê Partiya Jîngehê li parêzgeha Uppsalayê texmîn dike ku di hindirê vê salê de wê partiya wî dîsan li ser piya rawest e û bi hêz bibe.

Kongreya Partiya Jîngehê 13 ta 15 gulanê li Karlstad li dar e.

Ji bo şopandina kongreyê bi swêdî pêl vê lînkê bike

 


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".