Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Civîneke dîrokî li Washingtonê

Hat weşandin fredag 13 maj 2016 kl 10.53
Di parastina li dijî Rûsyayê de, li her pênc welatên Bakur weke yekîneyekê tê nerîn
(1:26 min)
Löfven
Foto: TT

Serokwezîrê dewletên bakurêEwropayê bi Obama re rûdinên.

Îro komcivînek di navbera Amêrîka û welatên Bakur de tê lidarxistin. Serokwezîrê Swêdê Stefan Löfvén û serokhikûmetên welatên Bakur li Qesra Sipî li Washingtona paytexta Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê bi serok Barack Obama re rûdinên. Di rojevê de gotûbêjên siyasî û şîveke galayê hene.

Di nav mijarên herî girîng ên ku dê werin minaqeşekirin siyaseta parastinê, pirsên jîngehê û hevpeymana bazara azad, a ku bi TTIP tê naskirin.

Tişta balkêş di vê civînê de ew e, ku ne tenê welatek hatiye vexwendin, lê belê ji bilî serokwezîrê Swêdê Stefan Löfvén, herweha serokwezîrên Danîmarka, Norwîc, Îslanda û Fînlandayê jî di civînê de beşdar dibin.

Ev civîn ji aliyê Amêrîkayê ve weke civîneke girîng tê nirxandin. Di hevkariya parastinê li dijî Rûsyayê de, li her pênc welatên bakurê Ewropayê weke yekîneyekê tê nerîn, tevî ku Swêd û Fînlanda ne endamên hevbendiya Natoyê ne. Charles Kupchan, berpirsê têkiliyên Qesra Sipî bi Ewropayê re, dibêje ku ew tam weke welatên Bakur bi nearamiyê beramber Rûsyayê dihestin, di demekê de ku beşdariya Rûsyayê ya leşkerî di herêmê de zêdetir dibe.


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".