Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Ҫima Hevya Sor navê xwe guherte Roja Sor?

Hat weşandin fredag 13 maj 2016 kl 12.51
Roja Sor a Kurdistanê
(2:38 min)
Kurdiska Röda Solen och representanten Bahar Shivan.
Ji nûnerên Roja Sor a Kurdistanê li Swêdê Bahar Shivan behsa sebeba guhertina nav dike. Wêne: Besir Kavak, Sveriges Radio.

Heyva Sor a Kurdistanê ku ji destpêka salên 90î ve li gelek welatên Ewrûpa alîkariyê berhev dike li Swêdê navê xwe guhertiye û xistiye Roja Sor a Kurdistanê. Ҫima?

Ji nûnerên Roja Sor li Swêdê Bahar Shivan dibêje ji ber ku gelek kesan ew bi rêxistinên din yên navneteweyî re tevlîhev dikirin wan navê rêxistinê guhertine.

Ji ber vê tevlîheviya ku derdiket berya niha Xaça Sor ya Swêdê di malpera xwe ya fermî de daxuyaniyek belav kiribû. Di daxuyaniyê de dihate nivîsandin ku Heva Sor a Kurdistanê ne beşek ji tevgera Xaç- û Heyva Sor ya navneteweyî ye û dihate ragihandin ku nav û logoya Heyva Sor a Kurdistanê li hemberî peymana Cenevrê û qanûna Swêdê ye. 

Îcar niha wextê ku nav hatiye guhertin xuya ye ew astengiyên teknîkî ji holê rabûne û hevkariyekê bi Xaça Sor re dest pê kiriye. Li gor Bahar Shivan bi guhertina nav re herwiha rê li ber xwegihandina xelkên swêdî jî vebûye beyî ku di xebatên rojane bi xwe de tu guhertinan rûdabin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".