Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Şeş kesan dixwestin çekan derbasî Swêdê bikin

Hat weşandin fredag 13 maj 2016 kl 15.46
Çekên giran ên leşkerî li heft deverên cuda hatin dîtin
(0:50 min)
vapen handgranater smugglare bosnien
1 av 2
Hindek ji çekên hatine dîtin. Wêne: Polîsên bosnî.
gevär och granater ligger på ett bord
2 av 2
Hinek ji çêkên hatine dîtin. Wêne: Wezareta hindir a Bosnyayê.

Pênc kes li Bosniyayê û yek li Swêdê hatine girtin, bi gumana ku wan dixwestin çekan bigihînin destê îslamîstan li Swêdê, li gor dezgehên bosnî.  

Polîsan girt ser heft cihên cuda li çend bajarên Bosnyayê, û polîsan li wir hejmareke mezin a çekên leşkerî dît.

Ev girtin beşek e ji operasyoneke navnetewî ya polîsan, ku di nav hevkaran herweha polîsên swêdî de jî beşdar in.

Polîs û îstîxbaratên Swêdê naxwazin van agahiyan piştrast bikin.

Li gor agahiyên medyaya bosnî, polîs guman dikin ku ev çek dê bihatan şandin bo grûpeke li Swêdê bi navê ”Biraderên misilman”. Hîn jî ne xuya ye heger girêdanên wê rêkxistinê bi Ixwan El muslimîna bi esil ji Misirê re heye yan na.

Û heta niha jî ne hatiye eşkerekirin ka yên girtî hevwelatiyên ku ne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".