Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Fînala Eurovision roja şemiyê

Hat weşandin fredag 13 maj 2016 kl 16.58
Frans bi stirana "If I were sorry" nûnertiya Swêdê dike
(1:42 min)
Frans nûnertiya Swêdê dike.
Fransê 17 salî nûnertiya Swêdê dike. Wêne: Jonas Ekströmer/TT

Swêd tenê ji welatên Bakur difînalê de ye.

Roja şemiyê pêşbirkeya muzîkêya Eurovision Song Contest li Globen li paytexta Swêdê, Stockholmê, cî digire.

26 welatên ewropî, Îsraêl û Awustralya, ku muzîka xwe ya pop a herî baş şandine vê pêşbirkeyê, dixwazin xelata vê salê bistînin. Ji Swêdê stiranbêjê 17-salî Frans stirana xwe ya bi navê ”If I were sorry” pêşkêş dike.

Ji nav wan 26 welatên di fînalapêşbirkeyê de ne, tenê 4 stiran ne bi zimanê ingilîzî tên pêşkêşkirin. Wekî dinhemû stiranên din têksta stiranên wan bi ingilîzî ne.

Îsal ev pêşbirke li Swêdê ye,ji ber ku xelatgirê sala çû ji Swêdê bû, Måns Zelmerlöw, ku ew dê bi xwe jîpêşkêşkirina programa vê salê bike.

Xelatgirê vê salê ji kîjanwelatî be, dê pêşbirkeya sala bê li wî welatê were lidarxistin.

Tê zanîn ku ji nav welatênBakur, tenê Swêdê di fînalê de beşdar in. Danîmarka, Norwîc, Fînlanda û Îslanda ji fînala nêvî de derketin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".