Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Komîsyona dibistanan

Divê encamên dibistanê baştir bibin

Hat weşandin måndag 16 maj 2016 kl 11.40
"îdarekirina aborî ji bo dibistanê giring e”
(2:15 min)
skola-lärare-byråkrati
Wêne: TT

Hilbijartina serbest ya dibistanê kare mecbûrî bibe û dewlet bibe xwedî berpirsiyariyeke mezintir ji aliyê fînansekirina dibistanê ve.

Komîsyona dibistanan kare vê pêşniyaz bike piştî eşkere kirina encamên lêkolîna dewletî ya îro beriya nîvro hate pêşkêş kirin.

Di deh salên dawî de dewlet bi awayên cuda îdarekirina dibistana swêdî bêhtir kiriye û nuha komîsyona dibistanan du modêlên cuda şîrove dike, her du jî derbarê wê ne ku dewlet dê berpirsiyariyeke mezintir beramber fînansekirina dibistanê nîşan bide.

Ya pêşî derbarê wê ye ku dewlet biryara asta herî nizim bide ji bo bê çend pere pêwîst e her serê şagirdekî, ji bo derzdanê û tendirustiya şagirdan.

Û modêla din ya fînasekirinê derbarê wê ye ku dewlet bi tevahî dibe berpirsa fînansekirina dibistanê. Wê demê çi prînsîp tên pêşniyaz kirin di meha duyan sala bê, dema ev lêkolin bi dawî dibe, tên biriyar dan.

-Sebebê sereke ji bo wê tevlîbûn û tesîra bêhtir ya dewletê li ser pirsa îdarekirina dibistanan ew e ku em dibînin çawa encamên zanînê yên dibistanan di gelek salan de her ber bi nebaşiyê ve diçe, Anna Ekström, seroka komîsyona dibistanan dibêje me herweha raporên balkêş ji OECD, rêxistina cîhanî ji bo hevkarî û geşepêdanê, wergirtine ya di wan de diyar e ku îdarekirina aborî beşekî giring e ji dibistanê.

Çend xalên din di rapora komîsyona dibistanan de derbarê wê ye ku mamoste wê bibin xwedî gavên kariyerî yên bêhtir û ku her kes wê mecbûr bibe dibistanekê ji xwe re hilbijêre û ne awtomatîkî dibistana herî nêzîk werbigire. Ew jî bi mebesta hewildana şikandina rewşa li dervemana civakî, ango segregation.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".