Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Gelek kes dest ji SFI ber didin.

Hat weşandin måndag 16 maj 2016 kl 14.42
"Xwendevan dikevin rewşeke zehmet de"
(4:04 min)
Asylsökande i Garda får lära sig svenska av volontärer.
Wêne: Jonas Neuman/Sveriges Radio

Gelek ji yên SFI, ango perwerdeya zimanê swêdî ji bo biyaniyan, dixwînin dest ji xwendinê ber didin yan jî korsên xwe berdewam nakin.

Perwerdeya ziman li ser çar korsên ziman ava bûye, A, B, C û D. Ji bo ku kesek xwendina SFI yê temam bike divê di korsê D de bi ser keve.

Rojnameya Dagens Nyheter lêkolîneke berfireh çê kiriye û di vê lêkolînê de diyar dibe ku ji sê beşan yek, ango 33%,  ji penaberên ji 2007 de hatine Swêdê temamê SFI yê xilas kirine.

Mihsin ku bi xwe ji rojavayê Kurdistanê ye beriya çend salan hate Swêdê. Ew yek ji wan e yê dest ji xwendinê berda ji bo ku kar bike, li gor nerîna wî dexteke zêde li ser xwendevanan heye dema SFI yê dixwînin ku bi lez xwendina xwe xilas bikin da ku derbasî bazara karî bibin û ev rewşê ji wan re zehmet dike.

Wezîra lîse û bilindkirina asta zanînê, Aida Hadzialic (S), derbarê encamên vê lêkolînê dibêje xemeke mezin e ku hejmareke wisa kêm ji penaberan SFI yê xials kirine.

Li gor Aida Hadzialic ev biserneketinek e, ew dibêje divê hevkariya di navbera şaredarî û Daîreya karî, Arbetsförmedlingen, de baştir bibe. Herweha li bedel û yarmetiya ku kesek werdigire ji bo xwe xwedîkirinê bên nerîn û hem ya dê û bav jî werdigirin da ku bêhtir jin herin perwerdeya zimanê swêdî herçend li Swêdê nû bin jî. Hadzialic ji DN re dibêje ku ji nuha ve perwerdeya SFI li gor paşxaneya take kes hatiye danîn û em derfetê didin ku perwerdeya SFI bi perwerdeyên karî ve bêne girêdan.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".