Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Can Dundar:

"Tu caran me ev cehenema niha nedîtibû"

Hat weşandin måndag 16 maj 2016 kl 17.21
Dundar: "Ez ne reviya me"
(8:22 min)
Turkiske journalisten Can Dundar
Can Dundar sibê dîsa vedigere Tirkiyê. Wêne: Besir Kavak, Sveriges Radio

Rojnamevan Can Dundar ji bo wergirtina xelata rojnamegeriyê li Swêdê ye. Dundar dibêje xelatên bi vî rengî ji bo wan hem têne maneya zêdebûna talûkeyê hem jî dibine awayekî parastinê.

Rojnamevan Can Dundar û Erdem Gul ji bo wergirtina xelata rojnamegeriyê ya Klûba Weşangeriyê (PublicistKlubben) li Swêdê ne.

Can Dundar dibêje xelatên navneteweyî yên bi vî rengî ji bo wan hem têne maneya zêdebûna talûkeyê hem jî dibine awayekî parastinê.

– Ez vê xelatê weke piştgiriyeke navneteweyî ya girîng dihesibînim û eger îro em li derve ne ev heta radeyekê bi xêra vê destekê ye. Gava mirov dikeve zindanê de toreke navneteweyî ya rojnamevan û wêjevanan dikeve dewrê de. Ev hem hesteke wisa dide ku mirov xwe tenê hîs neke, mirov vê weke mertaleke parastinê ji xwe re dibîne. Lê ji aliyê din ve di çavê zordaran de te dikine hedef. Lewra ev xelat hem mirov dike hedef hem jî dibe awayekî parastinê.

Can Dundar halê hazir serredaktorê rojnameya Tirkî Cumhuriyetê ye. Ji dawiya salên 70î ve wî di çendîn rojname û televîzyonan de kar kiriye. Lêkolîna ser Susurlukê, belgefîlmên ser komkujiya Sêwasê û hunermend Ahmet Kaya jî di nav de wî bi dehan xebatên rojnamegerî yên hêja weşandine. Lê ew dibêje di tevahiya jiyana wî ya rojnamegeriyê de çapemeniya tirk tu caran neketiye vî halê berbat de.

– Wextê ku eskeriyê dest danîbû ser hukim jî min rojnamegerî dikir û ew demên zehmet bûn, lê em tu caran rastî zordariya îro nehatibûn. Niha ne tenê sansur, girtin, mehkeme, gefxwarin, nîq, lê herwiha tirseke ecêb jî tê belav kirin. Mekanîzmayeke xwesansurkirinê di dewrê de ye. Piraniya çapemeniyê ketiye destê hikûmetê û lewra bêdengiyeke mezin heye. Em hema hema li ber deriyê dawiya vî meslekî ne.

Can Dundar desthilatdariya eskeriyê ya salên 80, 90 û ya Erdogan dide ber û di vî warî de Erdogan serkeftîtir dibîne:

– Eskeriyê jî zêde zordarî dikir, lê ji bo çapemeniyê bigirine destên xwe mîna Erdogan nebiaqil bûn. Mesele eskerî li taktîka ku çapemeniyê bide karsazên îhaleyan distînin nefikirîbû. Loma salên 80, 90 ne cinet bû, lê tu caran me ev cehnemeya niha nedîtibû.

Rojnameya ku Dundar serredaktoriya wê dike Cumhuriyetê par hin vîdyo û wêne weşandibûn. Ji weşanan dihate dîtin bê îstixbarata Tirkiyê çawa sîlehan bi qaçaxî derbasî komên çekdar yên li Sûriyê dike. 

Ji ber van weşanên rojnameyê serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan doz li Can Dundar û hevpîşeyê wî Erdem Gul vekiriye û gotiye ew ”vê yekê ji wan re nahêle”.

Mijdara derbasbûyî herdu rojnamevan hatine girtin û sê mehan di zindanê de man. Berya deh rojan herdu rojnamevan derketin pêşberî dozger û li Erdem Gul 5 sal li Can Dundar jî 5 sal û deh meh zindan hate birîn.

Lê derveyî dadgehê di bêhnvedanê de Can Dundar pêrgî êrîşeke çekdarî hat ku bi mudaxeleya jina wî û hin kesên derdorê ew bêbirîn ji êrîşî filitî. Herçend ceza li wan hatiye birîn jî nediyar e bê ew ê kengî werine girtin, lê Dundar dibêje li ciyekî weke Tirkî j ibo rojnamevanan zindan ji derve biewletir tê.

– Gava serokê baroya Diyarbekirê Tahir Elçî hate kuştin kurê min nameyek ji min re şiyand û digot. ‘Bavo, baş e ku tu di hundirû de yî’. Dinyaya ku em ji zarokên xwe re dihêlin ev e ; yan werine girtin, yan jî kuştin. Têkoşîna me j ibo guhertina vê qederê ye.

Li Tirkiyê piraniya wan ji çapemeniya kurdî 33 rojnamevanên di zindanê de hene. Lê yên ku di qada navneteweyî de bûne sembola çapemeniya xweragir ya li hemberî desthilatdariya îro Can Dundar û Erdem Gul têne nas kirin. Dundar dibêje ev yek barê wan yê mesûliyetê giran dike.

– Em hewl didin baldariya ku tê ser me bidine rojnamevanên di zindanan de. Yanî em roleke neynikê dixwazin bibînin. Bi taybetî jî rojnamegeriya kurd di bin zordariyeke dijwar de ye û mecala wan ya ku dengê xwe bidine bihîstin jî nîne. Em hewl didin bibine dengê wan.

Derbarê hatina wan ya Swêdê duh di hin rojnameyên Tirkiyê de nivîsên ku digotin ew reviyan e derket in. Dundar dibêje niha petronê herî mezin yê medyaya Tirkiyê Recep Tayip Erdogan e. Wî ji %60 medya girtiyê destê xwe û yên din jî bi çavtirsandinê dixwaze teslîm bigre. Û Dundar dibêje ew kesên di medyaya Erdogan de kar dikin weke rojnamevan nabîne.

– Em bi êrîşeke mezin ya derewan re rûbirû ne. Esas min navê ez ji wan re bêjim hempîşe, ji ber ku gotina rast tetîkkêş e. Yanî hin qelem û tetîkkêşên ku Erdogan ew kirê kirine hene. Wezîfeya xwe ya ku Erdogan biparêzin û êrîşî me bikin tînin cî. Lê ne rast e, em ê vegerin.

Li ser pirsa me ya ku di holê de xetera kuştinê heye û bê ev ne rîskeke mezin e. Dundar behsa zordariya salan ya ku rojnamevanên Tirkiyê rûbirû mane dike û dibêje : [kabul]

– Li Tirkî kesekî ku biryara xwe û rojnamegeriyê dabe divê ev xeter berbiçav girtibin. Lê eger em bitirsin, gavê paş de bavêjin, birevin ev zordarî wê dewam bike. Civak ji xwe ditirse. Mafê me yên li pêşiya xelkê ku bitirsin nîne. Divê em bajone ser guleyan. Wextê me ev nekir em ê vê têkoşînê winda bikin. Loma bedelê vê çiqas giran jî be dive em li hemberî vê rejima zordar têbikoşin. Dibe ku em windahiya bidin û em jî bibin yek ji windahiyan. Divê em cesûr bin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".