Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Metodeke nû êş û birînên zayînê kêm dike

Hat weşandin tisdag 17 maj 2016 kl 10.18
Helena Lindgren: Gerek ev metod êdî were bikaranîn
(1:37 min)
Anatomisk modell över kvinnans underliv.
Wêne: Pi Frisk/TT/arkiv

Metod ew e, ku zarok hêdî were derxistin.

Metodeke nû ya zayînê di lêkolînekê dehatiye ceribandin, ku dikare êş û birînên binzikê jinan di dema zarokanînê dekêmtir bike.

Bingeha vê ceribandinê jî ew e, ku zarokhêdî were derxistin, û îmkana jinê bêhtir e ku bi xwe ciyê xwe li gor rehetiyaxwe hilbijêre.

1000 jinên ku cara pêşî zarokan tînin di vê lêkolînê de beşdar bûn. Nîvê wan li gor metodên niha tên bikaranîn zarok anîn, û nîvê din li gor metoda nû.

Li gor ku tê zanîn, zayîna li malê êşa wê ji ya li nexweşxaneyê kêmtir e. Ji bo wilo, hate lêkolîn bê çi metodên baş ên li malê hene ku dikare li nexweşxaneyan jî were bikaranîn. Yek ji xalên herî girîng ew e, ku jin bi xwe bixwaze li gor rehetiya xwe pozîsyona xwe ya zayînê hilbijêre. Û ev tişt dikare êş û birînên demdirêj kêmtir bike. Vê lêkolînê nîşan da ku di navbera 1/5 heta 1/10 ji wan birînan difilitin. Helena Lindgren doçênta ku lêkolîn çê kiriye, li nexweşxaneya Sahlgrenska li Göteborgê kar dike. Li gor wê, vê metodê encamine baş dane, û ji bo wilo, gerek ew metod êdî were bikaranîn:

- Ferq nake rêjeya jinên ku êş û birînên wan kêm dibin çiqase be. Her jinek hêja ye ku van birînan nebîne, ji ber ku ew birîn demdirêj in, dikarin heta jin sax be pê re bimîne û tevliheviyê bi jiyana wê re çê bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".