Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Det brinner i Kronåsens industriområde med kraftig rökutveckling som följd.
(Publicerat idag kl 15.48)
ئاگاداری! لە ناوچەی کرونوئۆسەن ئاگرێکی بەهێز کەوتۆتەوە
PTSD

Ciyên tedawiya trawmayê têr nakin

Hat weşandin onsdag 18 maj 2016 kl 10.59
Piştî 22 salan bi trawamaya xwe hesiya
(20 min)
لەگەڵ دەروونناس زیبا سەروەری
Nishtiman Irandost û derûnnas Zîba Serwerî.

Yek ji deh mihacirên ku têne Swêdê bîranînên şer û îşkenceya ewqas giran bi wan re heye ku gereke tedawiyê bibînin. Lê ciyên tedawiyê pir kêm in.

Ji nav wan penaxwazên ku par hatine Swêdê tê texmîn kirin ku trawma piştî şer (PTSD) bi 12 000 kes re heye û normal gereke ew bi tedawiya psîkolojiyê bibînin. Lê li Swêdê bi giştî tenê 3200 ciyên tedawiyê hene.

Lêkolîna trawmaya di nav koçberan de ji aliyê Zanîngeha Xaça Sor ve hatiye kirin. Xaça Sor radigihîne ku eger kesekî trawma pê re tedawiyê nebîne ew dikare dewam bike û tesîreke neyênî bide zarok û nifşên nû jî.

Derbarê bê trawmaya PTSD çi ye, çawa mirov dikare nas bike û çi tesîran dikare bike hevkara me Nishtiman Irandost bernameyek berfireh çêkiriye. Hûn dikarin li vira guhdarî bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".