Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Sjöstedt serdana Demirtaş û HDPê kir

Hat weşandin onsdag 18 maj 2016 kl 17.15
”Ji bo HDPê em bi çepên Ewrûpa re di nav hewldanan de ne”
(4:48 min)
Selahattin Demirtas och Jonas Sjöstedt
Hevserokê HDPê Selahattin Dermitaş û serokê Partiya Çep (V) Jonas Sjöstedt. Wêne: Jessica Gow/TT + AP Photo/Petros Giannakouris.

Serokê Partiya Çep (V) Jonas Sjöstedt duh li paytexta Tirkiyê, Ankara serdana parlamenter û serokê HDPê Selahattin Demirtaş kir.

Îro danê êvarî Sjöstedt giha Swêdê û derheqê serdana wî de me hevpeyvîneke ser telefonê pê re kir.

Jonas Sjöstedt balê dikişîne ser pêşnûmeya ku li hemberî HDP vêga di meclîsa Tirkî de ye û dibêje amanca wî bi serdanê ew bû ku destekê bide HDP, balê bikişîne ser rewşa heyî û nîşan bide ku ew kiryarên Erdogan qebûl nakin.

Duh ji bo Partiya Demokrasiya Gelan HDPê rojeke girîng bû. Li parlamena Tirkiyê tûra yekem ya pêşniyaza ji bo rakirina parêzbendiya parlamenteran hate qebûl kirin.

Rakirina parêzbendiyê tê maneya ku kesek eger parlamenter jî be dê bikaribe ceza bixwe û were girtin. Nirxandina piraniya şîrovegerên siyasî ew e ku hedef bi vêya girtina derdorê 50 parlamenterên Partiya Demokrasiya Gelan HDPê ye. Li gor qanûna Tirkiyê bi du hilbijartinên di parlemanê de teklîf derbasî referandumê dibe. Tûra yekem duh qebûl bû û ya duyem 20ê gulanê roja înê tê li dar xistin.

Jonas Sjöstedt ku dixwaze YE dengê xwe bilind bike dibêje girtina parlamenterên HDP dê were maneya xirakirina pira aştiyê.

– Divê hikûmetên ewrûpî bi zimanekî hişkeretir bi Tirkiyê re biaxivin wê şermezar bikin. Divê li hemberî kiryarên Erdogan yên gav bi gav bêdengkirina çapemeniyê û siyasetvanan derkevin. Bi girtina siyasetvanên mîna Demirtaş şensê çareseriyeke aştiyane ya navbera kurdan û Tirkiyê jî winda dibe. HDP pira aştiyê ye. Girtina parlamenterên HDP kuştina pêvajoya aştiyê ye.

Li ser pirsa me ya bê gelo ji xwe pêvajoya aştiyê nemiriye, Sjöstedt dibêje:

– Rast e, rewş pir xerab xuya dike, lê HDP quweta xebata ji bo demokrasî û aştiyê ye. Riyeke alternatîv nîşan dide û loma gereke em nehêlin ew were girtin.

Berya hilbijartina duh ya di parlamentoya Tirkiyê de nêzîkê 70 parlamenterên Parlamentoya Yekîtiya Ewrûpa jî daxuyaniyek belav kiribûn û tê de xwestibûn ku parlamenterên Tirkî dengên nexêr bi kar bînin. Di nav parlamenterên YE ku îmza avêtibûne bin daxuyaniyê de ji Swêdê Bodil Valero, Malin Björk, Max Andersson û Soraya Post jî hebûn.

Lê desteka parlamenterên Yekîtiya Ewrûpa ya ji bo HDP serokê Partiya Çep kafî nabîne. Ew rexneyan li siyaseta Ewrûpa dike û dibêje di demeke wiha de mirov nikare bi Tirkiyê re bazara vîzeyê û endametiyê bike. Sjöstedt radigihîne ku ji bo Yekîtiya Ewrûpa pozîsyoneke vekirî li hemberî rêvebiriya Erdogan bigre ew weke Partiya Çep ya Swêdê digel çepên din yên ewrûpî di nav hewldanê de ne.

– Di navbera partiyên çep yên endamên Yekîtiya Ewrûpa de hevkariyeke xurt heye ku destekê bide HDP û zordariya li wan tê kirin qebûl neke. Eger hat û doz li wan hatine vekirin jî em ê dozan ji nêzîk ve bişopînin, beşdarî mehkemeyan bibin hewl bidin girtina wan rawestînin.

Derbarê halê parlamenterên HDP ku niha gefa girtinê li wan heye Jonas Sjöstedt dibêje erê rewşeke cidî heye, lê dîsa jî ew bi moral û biryardar in ku têkoşîna xwe bidomînin û bi ser kevin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".