Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Balefireke misrî winda bûye

Hat weşandin torsdag 19 maj 2016 kl 10.19
Balefir di sînorê hewayî yê Misirê li ser ava Deryaya Sipî winda bû
(1:13 min)
Balefireke misirî.
Balefireke Egyptair. (Têbînî, tu têkiliya vî wêneyî bi bûyerê re tune). Wêne: MOHAMED EL DAKHAKHNY

66 kes di balefirê de bûn, swêdî di nav wan de tune bûn.

Şopa balefireke misrî îro şefeqî seet 3 winda bû. Balefir ji paytexta Fransayê Parîsê derketibû û berê wê bi Qahîreyê, paytexta Misirê ve bû. Balefir ji cureya Airbus 320 e, 66 kes lê bûn, ji nav wan 10 karmendên taximê balefirê bûn. Şopa balefirê di radarê de ji 280 km derveyî erda Misirê winda bû, balefir li ser Deryaya Sipî, di sînorê hewayê yê Misirê de, 11 000 km jora avê bû dema ku şopa wê winda bû.

Li gor agahiyên ku şirketa xwediya balefirê, Egyptair, belav kirine, tu kesên swêdî li balefirê tune bûne.

Hîn jî ne xuya ye sedema windabûna balefirê çi ye. Agahiyên cuda derbarê sinyala hewarê hene. Li gor buroya nûçeyan Reuters, seet 4:26 li gor dema Swêdê sinyala hewarê çû ji Misirê re, li gor dezgeha hewayî ya Misirê. Lê li gor dezgeha birêvebirina leşkerî ya Misirê, tu hawar ji wê balefirê ne hatine.

Heta niha jî gelek alî li şopa balefirê digerin. Hêjayî gotinê ye ku kaptenekî keştiyeke bazirganiyê ji wezareta parastinê ya Yûnanistanê re got ku wî li başûrê girava Karpathos agir li ezmên dîtiye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".