Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Trafîk li çend balefirgehên Swêdê hat rawestandin

Hat weşandin torsdag 19 maj 2016 kl 12.58
Trafîk hatiye sekinandin.
Balefirgeha Arlandayê. Wêne: Johan Nilsson / TT

Kêşeyên radarê li gelek balefirgehên Swêdê hene, ji nav wan balefirgeha Arlanda ya Stockholmê. Halê hazir balefir nikarin ji balefirgehan derkevin yan jî li wir dakevin.

Heta niha jî nayê zanîn ev kêşe kengî dikare çareser bibin. Fermandarê nobedar ê polîsan li Arlandayê dibêje ku tu agahî derbarê gumanên sûcdariyê ji wan re ne hatine.

Ji nav balefirgehên zirar xwariye, herdu balefirgehên Stockholmê, Arlanda û Bromma, balefirgeha Landvetter a Göteborgê, û balefirgeha Linköpingê hene.

Åsa Öhman, berpirsa çapemeniyê ya şirketa Swedavia, ku xwediya gelek balefirgehên Swêdê ye, dibêje ku agahiyên ji Dezgeha Trafîka Hewayî ji wan re hatine zelal dikin ku komunîkasyona agahiyên datayê di sîstema birêvebirina balefiran de kar nake.

 

 

Tê şopandin…

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".