Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
EXPO:

Çalakbûna naziyan kêm bûye

Hat weşandin torsdag 19 maj 2016 kl 13.25
Daniel Poohl: Rêkxistinên nijadperest bi awayine din fikrên xwe belav dikin
(1:42 min)
Xwepêşandaneke Partiya Swêdiyan (Svenskarnas parti).
Xwepêşandaneke Partiya Swêdiyan (Svenskarnas parti). Wêne: Maja Suslin / TT

Lê tevgerîna rêkxistinan bi şêweyine din hatine guhertin.

Grûp û rêkxistinên nazîst û faşîstan sala çû çalakiyên xwe yên ber bi derve kêm kirine, wek nimûne xwepêşandan, belavok û konserên wan. Lêkolîneke ku weqfeya Expo ya li dijî nijadperestiyê çê kiriye vê yekê nîşan dide. Lê ev tevger ji aliyine din ve hatine guhertin. Birêvebirê giştî yê weqfeyê Daniel Poohl dibêje ku ev encama rûxandina Partiya Swêdiyan (Svenskarnas parti) ye, ku di hilbijartina 2014an de hewl da xwe baş bi rêk bixe û dengan bîne, lê têk çû.

Li gor nirxandina ku Expoyê çê kiriye, hejmara çalakiyên qeydkirî di 2014an de 2865 bû, û di 2015an de ev hejmar bû 2222. Lê Daniel Poohl dibêje ku ew çalakî piştî rûxandina Partiya Swêdiyan ji aliyê hin rêkxistinên din ve hatine lidarxistin. Û çalakiyên nû ku ji aliyê naziyan ve tên lidarxistin, êdî nema hewce ye ku ew fikir û raman bi şiklekî rêkxistinî werin belavkirin, lê belê mirov dikare xwe bixe nav hin civatan de, bo nimûne alîgirên tund ên futbolê, grûpên motoran û atmosferên din. Wê demê ew fikir bi awayekî nerêkxistinî tên belavkirin, û ji bo wilo jî nirxandin, şopandin û karê li dijî wan zehmettir dibe. Xetera vê yekê li gor Daniel Poohl hîn mezintir e.


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".