Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Ibrahîm Biro, Serokê ENKS ê:

”Rola Swêdê ya şêwirdariyê giring e”

Hat weşandin fredag 20 maj 2016 kl 15.21
"PYD tehrîdeke eşkere ji bo kuştina siyasî dike"
(20 min)
Ibrahîm Biro, serokê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûrî û serokê Encûmena Nîshtîmanî ya Kurd li Sûriyê, ENKS.
Ibrahîm Biro, serokê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûrî û serokê Encûmena Nîshtîmanî ya Kurd li Sûriyê, ENKS.

Ibrahîm Biro, Serokê Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê, ENKS, ji bo hevdîtinên siyasî bi wezareta karûbarê derve ya Swêdê re hatiye Stockholmê.

Mebest bi hevdîtinên bi aliyên swêdî re nêzîkbûna siyasî û diplomasî ye, piştgîriya şêwirdariyê ji bo doza kurdî li Cênev e û daxwaza alîkariya vekirina ofîseke fermî ji ENKSê re li Swêdê, her wekî ya li Cênevê vebûye.

Serokê ENKSê, Ibrahîm Biro, herweha dibêje giring e ku em bi van seredanê xwe bo welatên ewrûpî, ji nerîna ENKSê ve, rewşa Sûriyê bi tevahî bidin xuynî kirin û bi taybetî rewşa herêma Rojavayê Kurdistanê.

Ibrahim Biro îro bi çavekî gelekî cidî li rewşa ewleyî û demokrasiyê li herêma Rojavayê Kurdistanê dinere, li gor wî îro birêvebiriya Partiya Yekîtiya Demokrat, PYD, tehrîd û lêsorkirineke eşkere dike ji bo kuştina dengên cuda yên siyasî di herêmê de û rewşa xwe wekî nimûneyeke ji vê re dibîne.

Hûn karin li van xalan û çend pirsên din yên giring û hesas di hevpeyivîna dengî de guhdarî bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".