Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Dijberên mazûlvaniya NATO zêde dibin

Hat weşandin måndag 23 maj 2016 kl 10.58
Mazûlvaniya NATO
(1:46 min)
Margot Wallström och John Kerry
Margot Wallström û Johan Kerry. Wêne: Virginia Mayo

Gelo bila NATO bikaribe li erda Swêdê termînên leşkerî pêk bîne? Roja çarşemê parlemana Swêdê wê bersiva vê pirsê bide.

Ji 2014ê ve peyamaneke Swêdê bi Nato re heye ku binêre bê îmkana leşkerên Nato ku were li Swêd temrînan bike çiqas heye. Ji bo vêya jî roja çarşemê li parlemanê wê hilbijartinek çêbibe. 

Partiyên ku li hemberî mazûlvaniya Nato derdikevin û dixwazin daxwazeke wisa were taxîr kirin bi taybetî Partiya Çep, Demokratên Swêdê ne. Partiya Jîngehê îşaretên wisa dide ku ew jî nêzîkê wê xetê ye. Di nav sosyaldemokratan de dudiliyek xuya dike û partiyên din yên burjûva alîgir in. 

Ji bo ku daxwaz were taxîr kirin şeşyekek ji rayên parlemanê bes in, yanî nêzîkê ji %17ê dengan. Rayên Demokratên Swêdê û Partiya Çep tenê jî besî vê yekê dikin. 

Rexnegirên peymanê dibêjin bi destûrdana Nato ya nav erda Swêdê bêalîbûn û mafên azadiyan yê di qanûna Swêd de wê bikevin xeterê de. 

Îro berpirsê siyaseta derve yê Partiya Jîngehê Valter Mutt jî dazanîn ku ew baştir dibînin peyman were taxîr kirin da ku mirov bigihe bi hûrgilî li ser bifikire. 

Li gor hin pisporên siyasî bi taxîrkirina peymanê re wezîrê parastinê û hikûmeta Swêdê bi giştî wê derbeyeke cidî bixwe. Ji ber ku Nato ji aliyê xwe ve wê bipirse bê Swêd dawa çi dike? Xeta wê ya siyasî çi ye. 

Biryara peymana bi Nato re gereke 25ê gulanê were dayin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".