Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Komek rojname di xeterê de ne

Hat weşandin måndag 23 maj 2016 kl 16.17
Karê 3000 kesan dikeve xeterê
(1:05 min)
Göteborgs-Posten
Göteborgs-Posten yek ji rojnameyên Stampenê ye. Wêne: ADAM IHSE / TT

Komşîrketa medyayî Stampen ku xwediyê rojnameyên mîna Göteborgsposten û Hallandsposten e daxwaza jinûveçêkirinê dike.

Stampen di navbera salên 2005-2012ê de gelek rojname bi deyn kirîn. Tevî fayiza ku ketiye ser de niha 1,2 milyar deyn lê hene. Rêvebiriya şîrketê niha gihaye wê qenaetê ku ew ê nikaribin deynan bidin û dibêjin ji bo ku ew neçine îflasê û 3000 kes ji kar neyêne derxistin ew dixwazin komşîrket ji nû ve were çêkirin. 

Jinûveçêkirina şîrketê ku bi swêdî dibêjin rekonstruktion tê wateya ku şîrket serî li dadgehê dide da bêyî ku ew were daxistin yan jî here îflasê ji nû ve were ava kirin. Dadgeh dikare mifetişekî tayîn bike da vekole bê îmkan heye şîrket karê xwe dewam bike û eger îmkan hebe ew bi çi rengî dikare were kirin.

Mîadê jinûveavakirinê di navbera 3-12 mehan de tê guhertin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".