Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Kêmtir kes kondom bi kar tînin

Hat weşandin tisdag 24 maj 2016 kl 13.32
"Meyleke demdirêj hatiye guherîn"
(1:40 min)
Plastkondom, latexfri femidom och syntetiskt latex-kondom. Foto: Robert Jacobsson/SR
Foto: Robert Jacobsson/SR

Pîvana salan e ya RFSU diyar dike ku swêdî êdî kêmtir kondoman bi kar tînin.

RFSU, Federasyona ji bo agahiyên cinsî salane li bikaranîn û edetên miletê swêdî di warê pirsên cinsî de dinere û rapora wa nya vê salê diyar dike ku meyla bikaranîna kondoman di nav swêdiyan de hatiye guherîn. Êdî kêm kes kondoman bi kar tînin:

-Me beriya nuha meyleke demdirêj dît ji aliyê bikaranîna kondoman ve di dema destpêkê de di peywendiyeke cinsî de. Pelle Ullholm ji RFSU dibêje herçend ne guherînek mezin e jî lê ev meyla demdirêj hatiye guherîn.

Yên herî bêhtir kondoman bi kar tînin her wekî berê, mêr in yên cins ango seks bi mêrekî din re dikin. Yên herî kêm bi kar tînin mêrên hêteroseksuel in, ango ew yên peywendiyên cinsî bi jinan re dikin.

Lê ya di raporê de jî eşkere dibe ew e ku bi kar anîna kondom êdî bi awayekî din qebûl dibe, ew yê bi kar tîne wekî kesek xwedan berpirsiyarî, bi xibret û birêz tên dîtin. 

Di salên 1980 de dema tirsa ji nexweşiya Eids mezin bû, kondom bi dora 24 milyon kron salane dihate firotin. Nuha firotina kondoman digihêje 16 ta 18 milyon kron di salê de.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".