Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Qanûna nû

Penaberên ku biryara dersînorkirinê ji wan re hatî divê derkevin

Hat weşandin onsdag 1 juni 2016 kl 08.00
Ne dikare were şiyandin ne jî dikare bimîne
(5:33 min)
Migrationsverkets skylt
Daîreya Koçê ji 4500 kesî re nameya birîna alîkariyê şiyandiye. Wêne: Marcus Ericsson/TT

Ji îro û pê de qanûneke nû dikeve dewrê. Li gor vê kesên ku biryara dersînorkirinê ji wan re hatiye êdî wê alîkariya pere û xaniyan nestînin û gereke ew ji Swêdê derkevin.

Zerê Bekir Ali kurdeke êzidî ye, ku niha nameyeke resmî jê re çûye û jê tê xwestin ku ew karta bankê, ya LMA û kilîda xwe here teslîm bike. Di nameyê de herwiha tê ragihandin ku alîkariya jê re diçe, mehê 1080 kron tê birîn û gereke ew ji Swêdê derkeve.

Anders Sundqvist ku li Bîroya Şêwirmendiya Penaberan parêzeriyê dike dibêje vê dawiyê gelek kesên xwedanê endîşeyên bi vî rengî li wan digerin.

– Xelk digerin û dipirsin bê wê niha çi be? Ma wê min ji Swêdê bi zorê derxînin? Ew nizanin bê ev nameya ji wan re hatî tê çi wateyê.

Payîza derbasbûyî hikûmet û partiyên hevbend yên muxalefetê li hev hatin ku alîkariyê nedine kesên ku reda dawî ji wan re hatiye. Biharê parlemanê peyman qebûl kir û di yekê meha şeş, ango hezîranê de ew dikeve dewrê. 

Yek ji wan kesên ku ev name jê re çûye Zerê Bekir Alî derdorê 60 salî ye. Ew bi kur û neviyê xwe re hatiye Swêdê. Wan gotine ew êzidiyên rojavayê Kurdistanê Sûriyê ne û mektûm in. Lê Daîreya Koçê testeke zimên bi wan re kiriye û ji wan re dibêje hûn êzidiyên Ermenîstanê ne. Li gor ragihandina malbatê ew di vê pêvajoyê de li ser daxwaza Daîreya Koçê çûne sefareta Ermenîstanê ya li Swêdê, lê sefaretê gotiye tu kesên bi vî navî welatiyên wan nînin. 

Qanûna niha dikeve dewrê de ji bo penaberên bi serê xwe yên ser 18 salî re ye û gereke reda dawî ango biryara dersînorkirinê ji wan re hatibe. 

Loma name ji Zerê re hatiye şiyandin, lê ji kur û malbata kur re neçûye, ji ber ku zarokên bin 18 salî re hene. 

Daîreya Koçê radigihîne ku ev name ji nêzîkê 4500 kesên li Swêdê re hatiye şiyandin. Parêzer Anders Sundqvist rexnegir e ku Daîreya Koçê name ji berekê de ji xelkê re şiyandiye. 

– Gerek bû berya şiyandina nameyê baş meyizandibane bê name gereke here ji kê re. Gerek yek bi yek li dozan meyzandibane. Hin kes bixwazin-nexwazin nikarin tesîrê li rewşa xwe bikin. Eger bixwazibin vegerin jî nikarin. Kesên wisa gereke ev name ji wan re neçûba.

Kristina Ränner ji Daîreya Koçê dibêje yên ku li gor vê biryarê tev negerin û bi dilxwazî Swêdê neterikînin wê bi zorê bêne şiyandin. Eger lazim bibe polîs jî dê bikeve dewrê de.

Ränner dibêje ew kesên ku hevkariyê bi Daîreya Koçê re dikin wê ji vê qaîdeyê muaf werine girtin, lê li gor wê hejmara van kesên ne zêde ye. Derheqê yek kes yan jî malbatê de herçend ew tiştekî nabêje jî îşaret bi wê dike ku gelek penaber hevkariyê bi Daîreya Koçê re nakin û nasnameya xwe ya rast eşkere nakin.

Di rewşa Zerê Bekir Ali de wisa xuya dike ku bi zor jî be dewlet wê nikaribe ne wê bişîne Sûrî ne jî Ermenîstanê. Lê dîsa jî alîkariya jê re diçe tê birîn û gereke ew kartên xwe teslîm bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".