Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Kêm gilî li rewşên tadeya hember zarokan dibin

Hat weşandin tisdag 24 maj 2016 kl 16.55
Ji aliyên qaydeyan ve dudil in
(1:13 min)
Sjukvårdspersonal anmäler sällan att barn far illa.
Wêne: TT

Karmendên di warê lênerîna nexweşan de kar dikin gelekê caran gilî nakin dema zarokek rastî tade û zererê dibe.

Sebeb û hoyên herî mezin hiyêrarşiya warê lênerîna nexweşan e û kêm zanîna qanûna xizmeta civakî ye, lêkolîneke zanistî li zanîngeha Göteborg vê yekê diyar dike. 

Ew giliyên ku di warê lênerîna nexweşan de têne kirin beriya her tiştî ji aliyê doktor û kurator ango şêwirdarê karê civakî ve dibin.

Li gor vê lêkolîna zanistî sîster û hemşîre hema hema yekcar gilî nakin û li asta wan dudilî herî mezin e. Bi giştî 60% ji temamê karmendên di vî warî de kar dikin ji aliyê qaydeyên hene dudil in, herçend ku li gor qanûna erka gilîkirinê divê ew gilî li rewşên zerer û tadeya hember zarokan dibe bikin.

Ev lêkolîn li ser bersivdanên karmendên çar nexweşxaneyên mezin yên zarokan ava bûye. Bersiva hemşîreyan ew bû ku stres, tirsa gef û tehdîda ji dêûbavên zarokê û kêm baweriya bi xizmeta civakî sebebên herî mezin in ji bêdengiya wan re.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".