Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Löfven hikûmeta nû pêşkêş dike

Hat weşandin onsdag 25 maj 2016 kl 10.04
Stefan Löfven.
Stefan Löfven. Wêne: Pontus Lundahl/TT

Serokwezîrê Swêdê Stefan Löfven wê îro saet 11:00 ji nû ve danîna hikûmetê di civîneke çapemenî de pêşkêş bike.

Di vê dema dawî de du wezîr ji hikûmeta Löfven dest ji wezîfeyên xwe berdane, wezîrê pirsê xaniyan Mehmet Kaplan û Åsa Romson, wezîra jîngehê û hem jî cêgira serokwezîrê Swêdê.

Li gor çavkaniyên Ekot wê ji nû ve danîna hikûmetê ya ku îro têne pêşkêş kirin derbarê ji nûve danîneke mezin be û ne tenê hilbijartina du wezîran. Tên texmîn kirin ku wê wezîrên ji Partiya Sosyaldemokratan bêne guherîn û hem jî wezîfeyên wezîran.

Hûn karin li ser vê lînkê civînê zindî bişopînin

      

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".