Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Löfven hikûmeta nû pêşkêş kir

Hat weşandin onsdag 25 maj 2016 kl 11.43
Sê wezîrên nû di hikûmeta nû de
(2:04 min)
Ann Linde, Peter Eriksson, Isabella Lövin, Stefan Löfven, Karolina Skog, Ibrahim Baylan.
Wêne: Jonas Ekströmer/TT

Serokwezîrê Swêdê Stefan Löfven îro hikûmeta nû di civîneke çapemenî de pêşkêş kir.

Sê wezîrên nû li hikûmetê zêde dibin. Hevserokê berê yê Partiya Jîngehê Peter Eriksson dibe wezîrê nû yê pirsa xaniyan û IT.

-Peter Erikssson yek ji kesên herî bi xibret e di Partiya Jîngehê de û yê nefs biçûk e. Löfven anî ziman jî ku Eriksson ji bakurê Swêdê ye.

Löfven di axaftina xwe de giranî danî ser pirsa avakirina xaniyan û got li gel Peter Eriksson wê bi aliyên cuda di vî warî de rûnên da bizanin bê çi astengî di warê avakirinê de hene.

Navekî din yê nû di hikûmetê de endama birêvebiriya şaredariyê Karolina Skog e ji Partiya Jîngehê dibe şefa wezaretê ji bo beşê jîngeh û enerjiyê û Ann Linde misteşara wezaretê ji Partiya Sosyaldemokratan dibe wezîra nû ya pirsên Yekîtiya Ewrûpayê û hem jî wezîra bazirganiyê.   

-Gelek serokën navneteweyî Ann Linde nas dikin. Stefan Löfven berdewam kir û got ew ji bo YE dengek bi hêz bû û ji bo Swêdê jî wekî welatek mezin yê firotina derveyî welat.

Ji nû ve danîna hikûmeta nû derbarê hilbijartina wezîrên nû ye lê hem guherîna wezîfeyên wezîran e jî.

Wezîrê endustrî û kesibkariyê Mikael Damberg ji Sosyaldemokratan dê giraniyê deyne ser peydakirina kar di hindirê Swêdê de.

Wezîra yarmetiyê Isabella Lövin ji Partiya Jîngehê dibe cêgira serokwezîr û berpirsa pirsên xebata pêşketina navneteweyî û avûhewayê di hikûmetê de.

 

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".