Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Mêvandariya Nato li Swêdê dikeve dengdanê de

Hat weşandin onsdag 25 maj 2016 kl 13.12
SD helwesta xwe guhertiye
(1:24 min)
Jimmie Åkesson och Nato flagga.
Wêne: TT.

Wê îro parlamana Swêdê biryarê derbarê peymana welatê mêvandar bi Natoyê re werbigire.

Piraniyeke mezin alîgirên vê peymanê ne ya derbarê wê ye ku Swêd wê deriyên xwe ji bo temrînên leşkerî yê Natoyê re veke, ev peyman wê di 1 meha heftan de dest pê bike eger di parlamanê de qebûl bibe.

Serokê Partiya Demokratên Swêdê Jimmy Åkesson nuha dibêje ku ew dê li dijî vê peymanê dengê xwe bidin, û ne wekî Mikael Jansson, peyivdarê partiyê di pirsên siyasî de yê bi serê xwe kir û xeta Partiya çep hilbijart ya bi derengxistina vê peymanê.

Di dengdana îro de têr e eger 10 endamên parlamanê daxwaz bikin ku derengxistina peymanê bên ceribandin da ku bi rastî bi cî bibe.

Eger Partiya çep îro li ser ya xwe bimîne, ku ev peyman derengtir bikeve, parlaman her kare biriyara redkirinê bide û di cî de vê peymanê qebûl bike. Lê wê demê 5/6 ji temamê hejmara endamên parlamanê divê dengê xwe bidin vê peymanê.

Bi guherîna helwesta Partiya Demokratên Swêdê di vê pirsê de kare piraniyeke mezin ya piştgîr ji vê peymanê re saz bike. Îro herweha çar siyasetmedarên mezin ji partitya Jîngehê di rûpela gotûbêjê ya  rojnameya Dagens Nyheter de nivîsîne ku wê dengê xwe bidin derengxistina vê peymanê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".